2019-09-16
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Mesrûr Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
2019-06-11 17:52


Îro (11.06.2019) parlamena Kurdistanê ji bo hilbijartina serokwezîrê nû civîya û Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê nû yê Kurdistanê hilbijart. Mesrû Barzanî ji 97 dengan 87 dengê wergirtin û bû serokwezîrê Kurdistanê.

Parlamena Kurdistanê piştî ku duhê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hilbijart, îro jî bi xebateke bi rêk û pêk hilbijartina serokwezîr jî bi cî anî. Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di wextekî pir nîzîk de kabîneya xwe pêk bîne. Bi vî awayî kar û barên rêvebiriina welat dikeve ser rêyeke ewlettir û hêvîdartir.

Di nav du rojan de hilbijartina Serok û Serokwezîr di nav tevaya miletê kurd de bû cîyê dilxweşî û şanaziyê.

Em wek Malpera Dengê Kurdistan, serokê nû Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê nû Mesrûr Barzanî pîroz dikin, ji wan re serkeftinê dixwazin.

Print