2019-11-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komela Piştgirîya HAK-PAR ya Ewropa li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civînek amede kir
2019-06-15 11:22


Rojeke Taybetî û civîneke Taybetî

Roja şemîyê, 10.06. 2019 an da Komela Piştgirîya HAK-PAR ya Ewropa malîvanîya civîneke taybetî kir.

Rojeke taybetî bû, ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê sond xwar û dest bi karê xwe kir. Taybettîya here giring ew bû, ku cara pêşîn serokêk ji alîyê parlamena Kurdistanê va hatibû hilbijartinê. Em li ser navê tevaya beşdarên civînê Serokê Herêma Kurdistanê berêz Nêçîrvan Idrîs Mistefa Berzanî pîroz dikin û serkeftinê ji bo wî dixwazin. Serokatîya wî li tevaya kurdan pîroz be.

Taybetîya dudan jî hema civîn xwe bû. Wek babet bi Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê va bi sînorkirî bû. Beşdaran li ser rewşa herdu perçên Kurdistanê nêrîn û daxwazîyên xwe gotin, daxwaza yekitîya partîyên kurdistanî ji bo herdu perçên Kurdistanê anîn ser ziman. Gelek beşdaran destnîşan kirin, ku bê pêkanîna yekitîyeke tekûz, safîkirina astengî û alozîyên xwemalî partîyên kurdistanî nikarin bawerîyekê bidine Kurdan û ewropayîyan.

Di civînê da li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, lê belê taybetî jî li ser rewşa Efrîna dagirkirî, rewşa erebkirina wê, zulm û tedayîya ku rûniştvanên Efrînê dibe, hate sekinîn. Pêwistîya kar û xebatê, herusa alîkarî ji bo Efrînê hate binxet kirinê. Di vê dawîyê da şewitandina zevîyên gênim, risqê zar û zêçên kurdan jî hate rojevê.

Ji bo Başûrê Kurdistanê jî heman daxwazî hatin ser zimên. Rewşa deverên veqetandî, cîbicîh anîna madda 140 an, rêvebirina Kerkûk, Şengal, Xaneqîn hwd. Hate ser zimên, ku safîbûna van pirsgirêkan bi yekitiya kurdan va tê pêkanîn. Derbederên Şengalî û deverên di, rewşa erebkirina deverên veqetandî û daxwaza careserîyê hate serzimên.



Tevaya beşdaran di destpêka gotarên xwe da Serok Nêçîrvan Berzanî pîroz kirin û dilxweşîya xwe eşkere kirin. Heman demê da daxwazîyên xwe jî anîn ser zimên. Ji wan daxwazîyan hinek ev bûn:

- Çareserî ji bo revandîyên kurdên Ezdayî. Divê yên mayîn jî bêne azad kirinê.
- Ji bo koçberên Şengalî çareserîyek bê dîtinê, ku ew bikaribin bizivirin cîh û warên xwe, ji jîyana çadiran azad bin.
- Ji bo cîbicîh anîna yasayî (md.140) gav bêne avêtin û pêşî erebkirina wan deveran bê girtin
- Divê Serokatî guh bide hemû partîyên kurdistanî, ji herçar perçê Kurdistane.
- Di demeke kurt da pirsa Kerkukê di navbera partîyên kurdistanî da bê safîkirinê.
- Serokatî û Parlameno hewl bidin û rokê pêşta hêzên peşmergan bikin yek. Êdî artêşa Kurdistanê, peşmergê Kurdistanê hebe, ne yê partîyan. Eger kurd dixwazin bibin netewek an dewlet, divê gavên netewî bêne avêtin. Perwerda netewî bê pêkanîn.
- Wezareta Koç û Koçberîyê bê sazkirin, pirs û pirsgirêkên koçberên li diyasporayê bên safîkirin.
- Karê diplomasîyê bê xurtkirinê.
Civîna ku sê saetan zêdetir berdewam kir ji alîyê TV RUDAW va zindî hate belavkirinê. Hate pêşnîyazkirin ku ev civîna mehê carê bê meşandinê.

Komela Piştgirîya HAK-PAR ya Ewropa

Print