|
Bang bo beşdariya mîtînga bîranîna 30 salîya şehîdbûna Abdurrahman Qasimlo li Luksemburgê |
2019-06-28 00:13 |
|

Dost û hevalên hêja,
Wek dihê zanîn, di sala 1989an da, di navbera PDK-Î û dewleta Îranê da, hevdîtinên ji bo aştî û çareserîya pirsa Kurd, hatibûn kirin. Rejima kevneperest a komara îslamîya îranê di maseya danûstandinê da Qasimlo û hevalên wî şehîd kirin.
Zulm û zordarîya dewleta îranê li hember neteweyê Kurd û li ser hêzên pêşverû û demokrat ên îranê berdewam in.
Ji bo bîranîna 30 salîya şehîdbûna Abdurrahman Qasimlo û protestokirina dewleta îranê meş û civîneka girseyî, ji alîyê PDK-Î (Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) roja 09.07.2019 li Brukselê dihê organîzekirin.
Em wek komîteya HAK-PAR li Fransê, bi xurtî piştgirîya van çalakîyan dikin.
Em bang li hemî welatparêz û demokratan dikin ji bo tevlêbûna vê meş û mîtînga bîranîna 30 salîya şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî.
Otobus ( çûn û hatin bêpere ye) roja 09.07.2019 ji Place de la République Paris di seet 6:30 ê beyanî da bi rê dikeve. Veger : heman roj, êvarê di seet 18 :00an da ji Brukselê |
|
|
|