2019-07-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
PDKÎ dê daxwaz ji parlementoya Ewropayê bike dosyeya terorkirina Qasimlo dîsa aktîf bike
2019-07-09 12:04


Komek senatorên Amerîkî jî piştevaniya wê yekê dikin

BasNews – Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina serokê berê yê PDKÎ Dr. Ebdulrehman Qasimlo ragihand, ewê li ber parlementoya Ewropa kom bibin û daxwaz bikin dosyeya terorkirina Qasimlo dîsa aktîf bibe.

Aktîvîstê siyasî û berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina Dr. Qasiml0, Kameran Resûlî ji BasNewsê re got, îro bi hezaran kurd ji hemû perçeyên Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd, biyanî û Îranî dê li ber avahiya parlementoya Ewropa li bajarê Brûkselê kom bibin û terorîzma rêjîma îslamî ya Îranê şermezar bikin.

Kameran Resûlî her wiha got, armanca me ya serekî ji lidarxistina vê xwepêşandanê ew e ku dosyaya şehîd Qasimlo dîsa aktîf bibe û ewên ku destê wan di terora Qasimlo de hebûye, bên dadgehîkirin û cezakirin.
Wî aktîvîstî da zanîn, ewê saet 11:00 bi dema Ewropa ji navenda bajarê Brûkselê bimeşin û li ber avahiya parlementoya Ewropa kom bibin. Ew çalakî û merasim dê bi stran, peyamên siyasî û gotaran dest pê bike û hetanî saet 14:30 bidome.

Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina Qasimlo anî ziman ku şandeka PDKÎ jî dê bi rayedarên parlementoya Ewropa re hevdîtin bikin û bi fermî daxwaz ji wan bikin dosyeya terorkirina Qasimlo aktîf bikin. Piştî xilasbûna çalakiya ber parlementoyê, dê konferansek jî were lidarxistin ku tê de derdora hezar kes beşdar dibin. Rewşenbîrên kurd, biyanî û Îranî dê peyvên xwe pêşkêş bikin, çend senatorên Amerîkî jî dê bi rêka vîdeoyê peyamên xwe bişînin konferansê.

Serokê berê yê PDKÎ, Ebdulrehman Qasiml0 roja 13 Tîrmeha sala 1987 li paytexta Austriya, Viyenna, dema bi şandeka Îranî re di nav diyalogê de bû, ligel du hevalên xwe, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin şehîdkirin.

Dewleta Viyennayê, bi behaneya ku belgeyên pêwîst nînin, ew kesên ku ew êrişa pêk anîbûn, teslîmî Îranê kir û bi vî rengî dosyeya şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî hat girtin!
Print