2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Di salvegera 2-em da Referandûma Serxwebûnê tê pîrozkirin
2019-09-24 23:05


Du sal berê, yanî di sala 2017’a da, bi biryareke mişterek ya hêzên kurdîstanî yên başûrê Kurdistanê , di bin rêveberiya Serokê Herêma Kurdistana Başûr birêz Mesud Barzanî de, referandûma serxebûna Kurdistanê çêbûbû.
Di dengdana Referandûmê da % 73 kurdan piştevanî li referandûmê kiribûn. Kurdên başûr di wê dangdanê da gotin em serxwebûna Kurdistanê ra dibêji erê. Ji %73 rêjeke gelekî mezin e. Û hemû cîhan bû şahidê vê rastîyê.
Ev referandûma mîllî, di dewra nûjen ya neteweyê me da xwedî rûmet û serbilindîyeke mezin bû . Û îro jî qîmeta wê her wek xwe ye. Ne tenê kurdên her çar beşên Kurdistanê, hemû kurdên cîhanê bi serbilindî pêşwazî li vê bûyera dîrokî kiribûn. Hemû cîhan pê hesîya ku biryara kurdan çi ye; neteweyê kurd çi dixwaze : Serxwebûn mafê me ye gotin. Loma em careke dî silavê li vê biryarê û encama referandûmê dikin. Li Kurdistanê û li çaralî cîhanê ev roj tê pîrozkirin.
Pîroz be!
Dengê Kurdistan
Print