2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Hemîd Hecî Dewrêş jî Koça Dawî Kir
2019-10-24 20:53


Li ser Wefata siyasetmedarê Kur Hemîdê Hecî Derwêş, Serokê Weqfa Riya Azadî, nivîskar û siyasetmedar Kemal Burkay mesajeke serxweşiyê şand. Burkay weha dibêje:

Xeber giha ku, Sekriterê Giştî yê Parti Demokrat û Pêşverû ya Kurdên Sûriyê (PDPKS), birêz Hemit Hecî Dewrêş li Qamişlo wefat kiriye.

Kek Hemît ji sala 1980 vir da rû bi rû dinasim. Gelek caran bûm mêvanê wî li Qamişlo. Me bi hevra, her usa jî tevli gelek serokên hêja yên din, ji bo avakirina Kongra netewî ya Kurd gelek kar û xebat kir. Wî jiyana xwe ya dirêj ji bo azadiya gele Kurd bi kar û xebateke bê westan derbaz kir. Ew karê giranbuha di dîroka gele Kurd da ciyê xwe girtiye û ji bîr naçe.

Ev resmê jorin li sala 2012 da, piştî vegera min ji der welat, li İstembolê-Kadiköyê hatibû kişandin.

Ez ji hemû heval û hogirên Kek Hemît ra, ji Xanima wî hêja Xuşka Leyla ra û zarokên wî ra sersaxî û sebir dixwazim.
Kemal Burkay
24-10-2019
Print