2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Ebdilhemîd Derwîş, bi beşdarîya sedan însanên Kurdistanî li Berlinê hat bi bîranîn
2019-10-29 13:38


Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Derwîş, bi beşdarîya sedan însanên Kurdistanî hat bi bîranîn

Ji bo koça dawi ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Derwîş, di roja 27.10.2019 an da li payîtexta Almanya, li bajarê Berlînê, civîneka serxweşîyê hat lidarxistin.

Civîn, di awahîya KOMKAR-Berlîn,“KURDISTAN HAUS“ (Mala Kurdistan), salona bi navê “EHMEDÊ XANİ“ da pêkhat. Salon, bi ala Kurdistanê û bi wêneyên Ebdilhemîd Derwîş ve hatibû xemilandin.

Civîn, di saet 14:30 ta saet 19:00 berdewam kir û bi sedan însan beşdarîya civîn de kirin.

Li gel nûnerên partîyên Kurd û Kurdistanî, kesayetîyên Kurdistanê jî di civînê da beşdar bûn. Civîn, bi destêrojnamevan Mexîm hat birêve birin û bi rêzgirtina Ebdilhemîd Derwîş û hemû şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Paşê, çend wêneyên Derwîş, li gel bi sîyasetmedarên Kurdistanî, wek Mam Celal, Mesud Barzani, Kemal Burkay, Nêçîrvan Barzani, Fuad Mehzun û kesên dî hatin nişandan.

Di destpêkê da, bi navê rêxistana Berlîn ya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Zeredeşt, peyama partîyêpêşkêş kir. Paşê nûnerên Yekitî Niştimanê Kurdistan, Zahar Xoşnav, bi navê KOMKAR-Berlîn Unal Yardimcî, nûnerên PDKS-Yekiti, bi navê ENKS, Husên û bi navê Partîya Şepêla Azad Abdulselam û her weha çendkesên ku bi wî ra heval û hogirtî kiribûn, axiftin.

Axaftina dawiyê bi navê malbata Derwîş, Dr. Hemîd Derwiş kir û spasdarîya xwe ji bo hemû beşdaran kir.


Print