2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Peyama Serokê KOMKAR Rohat Geran ser wefata Ebdilhemîd Derwîş
2019-10-24 20:54


Ji bo koça dawi ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş, Serokê KOMKAR Rohat Geran, peyameke serxweşiyê ji malbat, hevxebat û hogirên wî ra birêkir.

Nûçeya koça dawî ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş, gihîşt me û em gelek xemgîn kirin.
Kek Hemîd, yek ji kevintirîn siyasetvanên Rojavaya Kurdistanê bû û yek ji damezrenê yekem Partiya Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1957 de bû. Ev şagirtê Mamosta Osman Sebrî, Mamosta Cîgerxwîn bû û heta roja dawî jî, ji bo tevgera rizgarîya gelê Kurdistanê kar kir.
Kek Hemîd, dost û hevalêke hêja ya KOMKARê bû. Ewbi çendin cara beşdarê çalakî û civînên me bûbû. Her usa ew, bi dehan hevalên mê jî, di mala xwe da hewirand. Keda wî û hevjîyana wî xwîşka Leyla, tu carnayê ji bîrkirin.
Ez bi navê hemû endam û alîgirên KOMKARê, malbat û hogirên wî serxweşîyê dixwazim. Serê we û netewa Kurd sax be. Cîhê te bihûşt be, Kek Hemîd. Tu yê tim û tim di dilê me da bijî!.

Rohat Geran
Serokê KOMKAR
Print