2019-12-12
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Kurdên Stockholmê li dijî rejima Îranê dengê xwe bilind kirin
2019-11-23 20:44


Kurdên Stockholmê roja pêncşemê û îro li navenda bajar kom bûn û piştgirîya xwe ji bo tevgêra gelêrî ya li dijî hukumeta Komara İslamî ya Îranê nîşandan. Roja pênşemê li ber parlamena Swêd û îro li meydana Sergelstorg kombûn û dengê xwe bilindkirin.

Di xwepêşandanan da, êriş û qetlîamên rejima Melleyan hatin protestokirin. Nûner û berpirsên partîyên syasî yên kurd û swêdî gotar xwendin. Bi zimanê kurdî û swêdî, êriş û zordestî rejim li ser gelê Îranê bi giştî û li ser gelê Kurdistanê bi taybetî hatin rûreşkirin.

Beşdarên xwepêşandanan piştgirîya xwe bi sloganên dijî rejima îslamî ya mellayan nîşandan. Di kombûnan de kurdên ji hemû beşên Kurdistanê (derveyî PKK) beşdar bûn. Komîteya HEVKARÎ ya hêzên Kurdistanê çalakî amadekirin. Hevalbendên HAK-PARê jî beşdarî van çalakiyan bûn

Print