2019-12-12
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMCİVÎNA WAQFA RİYA AZADÎ ÇÊBÛ
2019-11-26 21:11


Wefda Mutevelli ya Waqfa Riya Azadi, di 24ê Çiriya Paşîn 2019 da li Enqerê di Navenda Wakfê da civiya û komcivîna salane pêk anî.

Gor rojewê, piştî vebûnê û lêpirsîna endaman , sê kesên dîvanê (Hîkmet Can, Mehmet Alî Keştan û Kamer Beysulen) hatin hılbıjartin. Piştra Serokê Waqfê Kemal Burkay rapora kar-xebatê ya sala dawî xwend. Di raporê da xalên balkeş ew bûn: Di sala çûyî da, tevî çar pirtûkên berê çar pirtûkên teze hatibûn çapkirin; ji meha Çille heya Heziranê, ango pênc mehan li Enqerê di navenda Waqfê da qursa Zimanê Kurdî hatibû dayîn: Di 9ê Sibata 2019 da Navendeke Çandî li Diyarbekrê hatibû vekirin; ji ber hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê ya nû, Serokê wakfê çûbû Hewlêr û di merasîmê da hazir bûbû.

Burkay di axaftina xwe da her usa jî qala girîngiye Waqfê kir wek saziyeke çandî û civakî. Got, digel partiyên siyasî, sazîyên usa sîwîl jî dikarın ji bo hişyarkirin û rêzkirina cıvatê û di destxistina maf û azadiyan da roleke giranbuha bilîzin.

Piştra Berpirsê Aborî yê Waqfê Necatî Bayram rapora aborî xwend û bersîva hin pirsên hevalan da. Li ser ropora kar-Xebatê û ya aborî axaftin çêbû û herdu napor jî hatın erêkirin. Piştra botçeya texmînî ya sala pêş hat pêşkêşkirin û ew jî hat erêkirin.

Piştra Saziya Rêvebir û ya Çavnêr hatin hilbıjartin. Di van saziyan da gor yên berê guhartineke mezin çênebû; tenê Mehmet Gökçe wek endamekî teze di Saziya Rêvebir da wek cîgir cîh girt.

Piştra nevalan gor xala dawî ya rojewê daxwaz û pêşniyarên xwe gotin. Di nav wan pêşniyaran da bi taybetî gotin: Divê kar-xebata Navenda Waqfê û ya Navenda Çandî li diyarbekrê bi çalakiyên çandî û civakî bê xurtkirin û bona vê yeke jî divê her usa Waqif di warê aborî da bê xurkirin.

Hevalek ku ji der welat hatibû tevî Komcivînê bûbû, Kadir Akel jî qise kir, qala hin tecrube û bîranînên xwe ên di dema derxistina Kovara Azadî da kir û daxwaz û pêşniyarên xwe pêşkêş kir, da ku kar-xebata Waqfê pêş va biçe.

25 Çiriya Paşîn, 2019

Print