2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KONFERANSA MÊRSÎNÊ A Lİ SER ROJA ZİMANÊ DAYÎKÎ YA CÎHANÎ PÊK HAT
2020-02-22 19:41


Roja 22.02.2020 li salona Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR- Şaxê Mêrsînê konferansek li ser “Roja Zimanê Dayîk a Cîhanî” konferansek pêk hat. Gotarvanê konferansê serokê giştîyê HAK-PAR’ê Latif Epözdemir bu.

Konferans ji serî heta dawî bi Kurdî destpê kir û her wisan jî dewam kir. Desteyeke bijare ji rayedar û rewşenbîrên Kurd yên ku li Mêrsîn’ê dijîn, beşdarê konferansê bun. Konferans bi du beşan pêk hat. Beşa yekem axaftina gotarvan û şiroveyên wî a li ser roja ziman û bi taybetî li ser rewşa zimanê Kurdî bu. Beşa diduyan jî bi gotin û pirsên beşdaran dewam kir.

Gotarvanê konferansê serokê HAK-PAR’ê Latif Epözdemir di axaftina xwe de li ser naverok û wateya “roja zimanê dayîk” a ku ji alîyê UNESCO ve hatiye nîşanderkjirin sekînî û yada xwendekarên Bengalî kir û weha goté xebat û tekoşîna ji bo azadîya ziman xwbatek pîroz e. Hinek caran ev xebat berf fireh dibe û xurt dibe vedigere tevgereke netewî. Çawa ku ew çalakîya di rêya zimanê dayîkî de li Bengalê bu sedema damezrandina dewleta Bangladeşê.

Epözdemir di axaftina xwe de mher wiha li ser rewşa zimanê Kurdî sekînî û derheqê perwerdeya bi zimanê Kurdî de jî weha got: Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî kevin û dewlemendê cihanê ye. Li gor lêkolînerên Ewrupî di warê xurtbun û berxwedanê de, din av dereceya dehan (10) de cî digre. Dewletê bi damezrandina komara Turkîyê ve pergala xwe li ser “ tekini” û “turkanî” yê ava kir. Lewra du yasayên giring derxist ku zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê neye bikar anîn. Yek ji wan “kanuna tevhida tedrîsatê", "yekkirina perwerdekarîyê” û ya din ji qanuna “daxistina tekke û zavîyan.” Bi vê yekê medreseyên Kurdî hatin daxistin. Ev herdu yasa bune destpêka qedexebuna zimanê Kurdî.

Di konferansê de, beşa dawî li ser giringîya axaftin û xwendin û nivsandina zimanê Kurdî hate danîn. Latif Epözdemir, “Her Kurdek divê bi zimanê xwe bipeyîve, bixwîne û binivsîne. Ziman hebune û mirov bi zimanê xwe serbilind û kûbar dibe.” Konferans paşî bi pirsên beşdara dewam kir. Nêzîkî 50 kes di konferansê de beşdar bun. Konferans bi serketî kuta bu.

ÇAPEMENÎYÊ Û RAYA GİŞTÎ YA HAK-PAR

Print