2020-08-15
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Civîna ji nûva avakirina KOMKAR Almanya li bajare Berlinê pêk hat
2020-02-23 15:36


Banga civînê ji alîyê serokê KOMKARê birêz Rohat Geran va hat lidarxistin.
Civîna KOMKARê du roj dewam kir. Berî vê civînê li Almanya Federal KOMKARê 4 civînên din li bajarên wek Hamburg, Bottrop, Ludwigshafen û li Nürnbergê jî pêkanîbûn.

Ev civîna nûnerên Komelên êndamên KOMKARê li Berlinê jî encam standina ev konsepta nû bû. Civîna nunêran bi axaftina kek Rohat Geran destpêkir. Piştî vekirina civînê ji bona şehîdên Kurdistanê deqqeyek rêz girtin çêbû. Birêz Geran agahiyek bi firehî bona bêşdaran da. Her wisa kek Ûnal Yardimci jî agahiyek da. Li ser ev konsepta nû bêşdarvan du rojan gengeşî kirin. Dan û standinek bi berhem çêbû. Piştî encama axaftinên du rojan lijneyek ji heft kesî bona amadekirina komcivîna rexistina nû hat hilbijartin.

Her wisa civîna KOMKAR Almanya Federal keresata kû li bajarê Hanau -ku ji alîye nijatperest û faşîstek Alman va hatûbû çêkirin- şermezar kir. Kû piraniya kurbaniyan Kurd bûn divîya bû kû berpirsen hûkumeta Alman xemgîniya xwe li gel rexistinên Kurd bînan zman. Dîsa cîhê şanaziyê kû berpirsên Komela KOMKAR ya Berlînê wek birêz Dr. Şukrî Guler û Unal Yardimci du rojan pêşwaziye vê civîne kirin.

Rênas Sütçü
Dengê Kurdistan Berlin





Print