2020-09-24
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: "Divê zimanê kurdî, wek dewlemendiya çanda mirovatiyê bê qebûlkirin"
2020-02-23 16:26


Bi minasebeta "Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê" li Amedê konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de hat ragihandin ku Zimanê Kurdî, yek ji zimanê herî kevnar e û dewlemendî ya cihanê ye ku nuha bi xeteriyek mezin re rû bi rû hatiye hêştin.

Konferans, di 22ê Sibata 2020an de ji alîyê Partîya Maf û Azadîyan Şaxê Amedê ve di salona Wexfa Riya Azadî ya li Amedê hat lidarxistin. Konferansa ku moderatoriya wê ji alîyê siyasetmedar Îbrahîm Guçlu ve hat kirin, ji alîyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Sedat Çinar, Siyasetmedarê Kurd Hemîd Kiliçaslan, nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj û Parêzer Bîlal Zîlan ve hat pêşkêşkirin.

Yek ji alîyê girîng yê konferansê, pirenîya wê bû. Ligel endam û alîgirên Partîya Maf û Azadîyan herwisa bêtirî sed kesî ji nûnerên Partiyên Kurd yên wek ENKS, Partiya Sosyalîsta Kurdistan, Partiya Azadiya Kurdistan, Tevgera Azadî, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd yên wek Mele Arif, M. Can Azbay, Yusuf Aydin, Tehsîn Sever, Cabîr Yoldaş û hwd. beşdarê konferansê bûn.



Konferans, alîyê siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu ve bi yek deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Îbrahîm Guçlu, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ku, ger miletek bindest be, zimanê wê jî bindest e. Guçlu, herwisa diyar kir ku ev jî tê wê wateyê ku heta Gelê Kurd nebe xwedî statuyek siyasî, dê zimanê Kurdî bi xeterîya helandinê re rû bi rû be. Guçlu, di berdewamîya axaftina xwe de ragihand ku li gorî me, ev roj ne roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye, ev roj roja zimanê zikmakî ya gelên bindest e.

Piştî axaftina Îbrahîm Guçlu, Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Parêzer Sedat Çinar mafê axaftinê girt. Çinar, di axaftina xwe de bêtir ji aliyê huqûqî ve li ser asteng û çeperên pêşberê zimanê kurdî yên li Tirkiyeyê sekinî û bal kişand ku li Tirkiyeyê, ji detpêka avakirina Komarê û heta nuha temamê yase û qanûnê Destûra Bingehîn û herwisa yên din jibo helandin û ji holê rakirina zimanê kurdî hatine çêkirin. Çinar wek nimûne diyar kir ku bi taybet Xalên 3 (Zimanê dewletê Tirkî ye), 42 (di perwedehiyê de ji bilî zimanê Tirkî tu zimaneke din nayê bakaranîn) û 66an (herkesê ku bi hemwelatiyê ve girêdayê dewletê ya TİRK e) yên Destûra Bingehîn, xalên herî djwar in ku bi zihniyeteke nijadperest hatine bikeyskirin ku bûne asteng û çeper li pêşberê gel û zimanê Kurdî.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Parêzer Sedat Çinar, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku di huqûqa navneteweyî de, di warê perwerdehîya bi zimanê zikmakî de gelek biryar, danezan û peymanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê û yên din hene ku Komara Tirkiyeyê pêdiviya yek ji wan jî bi cîh nayne. Çinar, bang li rayedarên dewleta Tirk kir ku tavildest ji biryar, danezan û peymanên navneteweyî re rêz nîşan bide û pêdiviyên wan bi cîh bîne daku zimanê Kurdî jî ji xeteriya helandinê rizgar bibe.

Çinar, herwisa pêşniyar kir ku tavildest xalên 3, 42 û 66 yên Destûra Bingehîn bi tevahî ji destûrê bên derxistin daku gelê Kurd jî bi nasnameya xwe ya etnîkî bê nasîn û derfet bê dayîn ku bi zimanê xwe bê perwedekirin û herî kêm li bajar û bajarokên Kurdistanê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Herwisa, divê zimanê Kurdî, wek dewlemendîya çanda mirovatîyê bê qebûlkirin.

Siyasetmedarê Kurd Hemîd Kiliçaslan jî, di axaftina xwe de ragihand ku her çiqas li hember zimanê Kurdî astengên gelek tund û dijwar hebin jî, dema sazî û dezgehên Kurd girîngî bidin ziman û di rojevê de bigrin, hindik be jî dikarin tesîra dewletên dagirker ya li ser ziman siviktir bikin. Kiliçaslan, her wisa bang li gelê Kurd kir ku divê her Kurdekî berpirsyar malên xwe bikin dibistana ziman û zarokên xwe di malê de hînê ziman bike, lewra jibo zarokan nifteya ziman di destê dê û bavan de ye.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Seîd Veroj jî, di axaftina xwe de diyar kir ku zarokên ku bi taybetî li bajaran mezin dibin, beşekê pir zêde yê wan nizanin û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyvin û bixwînin. Ji ber vê yekê, bi giştî li Tirkiye û taybetî jî li bakûrê Kurdistanê, zimanê Kurdî bi tevî zaravayên xwe ve rû bi rûyê xeteriyek pir mezin e. Veroj, di berdewamiya axaftina xwe de weha got: "Divê li Tirkîye û bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn bête qebûlkirin û herweha ji dibistana seretayî bigre heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyî. Parastin û zindîkirin û pêşxistina zar û zimanê me, bi xwestin û helwesta me ve girêdayî ye, divê her kes, hemû dezgeh û saziyên Kurdan rewşa zar û zimanê Kurdî munaqeşe bikin û bi hemû şiyana xwe, ziman û zaravayên kurdî di her warê jiyanê de bi kar bînin."

Parêzer Bîlal Zîlan jî, axaftina xwe bi zaravayê zazakî kir û di axaftina xwe de bal kişand ku li gor lêkolîna UNESCOyê li seranserê dinyayê 18 ziman û zarava li ber xeteriya windabûnê ne ku yek ji wan jî, zaravayê zazakî ye. Zîlan, herwisa ji Gelê Kurd daxwaz kir ku divê her Kurdek wek prensîb, di jiyana xwe ya rojane de zimanê zikmakî ji xwe re bike zimanê jiyanê daku zimanê kurdî bi tevî zaravayê xwe li hember xeteriya helandinê emirdirêj bin.

Print