2020-10-25
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Almanya: Welatparêzê Kurd Metin Aslan, ji ber nexweşîya koronayê jîyana xwe ji dest da!
2020-04-05 19:24


Metin Aslan, ji ber nexweşîya koronayê, di roja 5ê Nisanê jîyana xwe ji dest da.

Metin Aslan, 3 hefte berê bi vîrûsa koronayê nexweş ketibû û li nexweşxana Braunschweigê dima.

Metin bi xwe ji Bakûrê Kurdistan, ji hêla Dêrsimê bû. Ew jî, yek ji wan penaberan bû, ku ji ber zulm û zordarîya rejîma leşkerî ya faşîst ya Tirk, di sala 1980an ji welat dûr ketibû û hatibû li Almanyayê, libajarê Braunschweigê cî û war bûbû.

Metin, bi salan di nav refên PSK û KOMKARê da biçalakî kar kir, di nav organên wan da wezife girt. Însaneke dilpak, welatparêzek hêjabû. Piştgirîya xwe bi hemû hêzên welatparêz, demoqrat, şoreşgerra nişan dida.

Metin, bi salan bûbikarêntacirîyeramijûldibû. Çar zarokên Metin hebûn: 2 keçû 2 kur.

Windakirina Metin Aslan, xemgînîyek di nav heval û hogirên wî da peyda kir.

Serê malbata Aslan, heval û hogirên wî sax be!

Cîhêwi, bihûşt be!

Print