|
XİDİR MAK JÎYANA XWE Jİ DEST DA |
2020-04-28 19:18 |
|
Miletê Kurd ewladeke xweyê gernas wenda kir. Kedkarê çanda Kurdî,dilsozê rêya azadîya Kurdistanê, tekoşerê bê westan Xidir MAK heyf û mixabin ku jîyana xwe ji dest da. Kek Xidir li Almanyayê bu. Demeke dirêj bu ku tedawîya wî berdewam bu. Xidır MAK ji penca pêceşêrê xelas nebu, nekarî zêdetir li ber xwe bide, jiyana xwe kuta kir.
Kek Xidir hevaleke gelek zîrek û dilovan bu. Li ser reqs û folklora Kurdî şareza bu. Di gelek çalakîyan de sergovend bu, serkêşê şadumanî û şevên pîrozbahîyan bu. Di 12’ê Êlûnê de ji hevwelatîyê hatibu derxistin.
Ji Dêrsîmê destpêkiribu jîyana wî û li Almanyayê kuta bu. Folklora Kurdî ma sêwî, govendgerê reqsa Kurd Xidir MAK jîyana xwe ji dest da. Bêguman her mirinek zûye. Lê Kek Xidir zede zede zû bu. Heyfa giran.
KOMKAR û HAK-PAR spasdarê te ne hêja kek Xidir. Te em gelek xemgîn kir, lê bawerke tuyê neyî jibîr kirin. Di her şahî û govend û reqsên Kurda de emê her tim te yad bikin, dilovanî û dilsozîya te bibîr bînin. Ruh şad be, rihet razê. Hevrêyên te doza te a pîroz nivco nahêlin, emê doza azadîyê ta serketinê bi dil û can bidomînin.
Serê malbatê, hezkiryan, dost û heval û hogir û hevkaran sax be.
Bila serê miletê Kurd sax be. 28.04.2020
NİVSÎGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN - HAK-PAR |
|
|
|