2020-05-25
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Windakirina Hıdır Mak, xemgînîyek di nav heval û hogirên wî da peyda kir
2020-04-29 00:58


Xwîna mirovan bi bîhn û bereket e

Tov e ji bojîyanê
Bo şiêr, evîn û hikyatê

Xwîna mirovan bi bîhn û bereket e
Erdê dimijîne wek dê
Bo ku spîndar û çinar ra bin
Gulên qetmer mezin bin

Xwîna mirovan bi bîhn û bereket e
Eslê rojê, behrê û pelên daran e
Mirov e ew, vedike li her der
Li hêvî, li poxzînî, li azadîyê

Em duwerojê ava dikin bi xwîn
Bona wê ye em dijîn li duweroj


Kemal Burkay

Xemgînî

Hevalê me yê hêja Hıdır Mak, di roja 28ê Nîsana 2020an da li Almanya, bajarê Kolnê, ji ber nexweşiya pençeşêr a kezebê, koça dawi kir. Li gor daxwaza wî ya dawî, wê di gundê xwe da bê binax kirin.

Hıdır, ji Bakûrê Kurdistanê, ji Dêrsimê bû, ji bajarokê Pêrteg gundê Sarînîkê bû. Paş serhildana 1938an, malbata wî diçe li gundeki Xarpitê cî û war dibe.

Hidir, paş bi dawîanîna xwendina xwe ya lîseyê li Xarpitê, di sala 1972an ji bo zankoyê diçe Almanya û li bajarê Konstanzê cî û war dibe û li wir, dest bi hînbûna zimanê Almanî dike. Di sala1973an jî diçe li bajarê Kolnê bi cih dibe û li wir, bi xizmê xwe Mîne ra jîyana xwe dike yek. Sê zarokên Hıdır û Mîne tên dinyayê: Şîlan, Baran û Dîlan.

Hıdır, hîn di dema Konstanzê, pêwendî li gel karker û xwendekarên Kurd ra (wek< b> Kazım Yıldız, A. Bekir Saydam, Ali Dagtekin û hkd.) çêdike û di nav tevgera Riya Azadî da cîh digre. Dema ku li bajarê Kolnê bi cîh dibe, li wir jî, bi çalakî kar dike û bi karker û xwendekarên Kurd ra pêwendiyan çêdike û dest bi karên rêxistinî dike: bi çend hevalên xwe ra (Süleyman Atay, Hüseyin Öztürk, Talih Nevruzoğlu, Celal Şahin, Metin Ayyıldız û hkd) ra rêxistinek ava dikin.

Hıdır, bi salan di nav refên PSK û KOMKARê û her usa jî di Komita Derva ya HAK-PARê da bi çalakî kar kir, di organên wan da wezife girt. Bi salan Komela Hevaltî-Koln bi rêva bir, serokatîya wî kir.

Hıdır, hevalekî hêja, fidakar, welathez, dilpak û mirovhez bû. Ji bo tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê, heta roja mirinê bê westan kar kir.

Hıdır, bi erkên welatparêzîyê, bi dilpakî, bi danûstendinek gelek qedirbilind, bi însanan ra pêwendîyan çêkir. Li bajarê Kolnê, alîkariya bi hezaran penaberên Kurdistanê kir, çi ji dest dihat, tu car texsîr nekir.

Windakirina Hıdır Mak, xemgînîyek di nav heval û hogirên wî da peyda kir.

Serê malbata Mak, heval û hogirên wî sax be!

Cîhê wi, bihûşta rengîn be!

28.04.2020

Heval, hogir û dostên te:

Adıgüzel Nurettin, Akan Halil, Akan Berfîn, Akgül Aziz, Aksoy Hasan, Aksoy Rufat, Aktaş Fevzi, Aslan İbrahim, Aslan Koçero, Aygörmez Ali, Atay Süleyman, AtayTülin, Ayyıldız Metin, Balkan Fuat, Bataray Fevzi, Bingöl Mehmet, Boyîk Eskerê, Bucak İzzet, Budan Nihat, Burçak Abuzer, Burçak Ali, Burçak Bostan, Burçak Mustafa, Burçak Serdar, Burçak Şêxo, Çağrıtekin Azad, Çakmak Abuzer, Çakmak Șehmus, Çalar Aslan, Çalar Kazım, Çiçek Abdullah, Çamlıbel Ahmet, Çamlıbel Necla, Çamlıbel Senem, Çamlıbel Yılmaz, Çelebi Nedim, Çelebi Sabri, Çelik Sertif, Çiçek Hamit, Çiçek Rohat, Çiçek Şîyar, Çiçek Zeki, Daş Hasan, Demir Dilber, Demir Yusuf, Demirel Abdullah, Doğan Caner, Doğan Hüseyin, Doğan M. Ali, Doğan Mahigül, Doğan Narin, Ecer Hüseyin, Elbistanlı Kazım, Erbaş Ali, Ercan Fahri, Ercan İzzet, Ergönül Hüseyin, Etdöğer Bawer, Etdöğer Faruk, Etdöğer Roni, Etdöğer Sandra, Etdöğer Sadettin, Evîn Hüseyin, Geran Rohat, Görgü Kamil, Güler Hüseyin, Güler Şükrü, Gültekin Mehmet, Harmancı Alattin, Husoyê Emîn, Imir Hasan, Imir Nazê, İbrahim Berzan, Kahraman Baran, Kahraman Halit, Kahraman Zeycan, Kara Dara, Kara Erol, Kara Yakup, Karademir Ali, Karakaş Belgin, Karakaş Sedat, Kaya Halis, Kaya Haşim, Kaya M. Abdi, Kaya Ersan, Kaya Mehmet, Kaya H. Mehmet, Kaya Rêzan, Kaya Rodi, Kaya Yusuf, Kılınç Erkan, Kısabacak Ahmet, KısabacakMustafa, Kocadağ Çeko, Kocadağ Gulê, Kocakaya Kalender, Kutlay Ayhan, Kutlay Feride, Kutlay Hêvî, Kutlay Zelal, Laçin Ziya, Lindner Medine, Morsübül Hıdır, Oğuz Ahmet, Onat Mahmut, Özdemir Zeki, Polat Hacı, Roşin Hêjar, Şahin Celal, Şener Zafer, Sarı Dirok, Sarı Gülizar, Sarıbaş Doğan, Sarıbaş Fatoş, Sütçü Adnan, Sütçü Nurcan, Sütçü Mutlu, Tahran İbrahim, Taşkan Nevzat, Taze Güner, Timar Güler, Timar Tekin, Uçar Bayram, Uçar Ramazan, Uçar Taner, Uçar Aydın, Ülbegi Ali, Ünlüdere Mehmet, Yardımcı Ünal, Yenigün Mustafa, Yıldız Bülent, Yıldız Kazım, Yıldız Melahat
..............................

Serxweşî!

Min sê roj berê bihîst ku welatparêz û lawekî dayîka me ya mazlûm û bindest Kurdistan, Xidir Makê Dêrsimî konê xwe di nav heval, hogir,hevrê, bermalîya xwe Mîne, lawê xwe Baran, herdu keçên xwe Şîlan,Dîlan û hemû neferên malbata xwe barkirîye çûye heqîya xwe. Bi rastî Xidir hêj ciwan bû, wexta wî ya kon-barkirinê nebû, lê Ezraîlê bêbext û wê nexweşîya bê-derman ew di nav hemû hezkirîyên wî da girt bir kir çala kûr û gora tarî. Ji wê bêbext û zalimê ra "Mirin" dibêjin. Navê wê sar
e, ew gurê har e, ji xwarina mirovan têr nabe. Ku roj bê dê ew me jî bixwe. Lewra jîyan wisa ye, dor bi dor e, îro heyî, sibe tu tunî.

Herwaha, ez wekî birakî wî gelek xemgînim.
Dixwazim ji hevala wî ya salên dûr û dirêj Mîne Xanimê ra, ji hersê zarokên wî û xuşk û birayên wî ra, ji hemû neferên malbata wî ra û ji hemû hezkirîyên wî ra serê
we xweş be, serê hemû Kurdperwerên Kurdistan sax be. Hemû hezkirîyên wî, wî ji bîhrnakin. Axa wî zêde, rama dayîka wî ya nav Kurdistan li ser axa wî kêm nebe dibêjim. Navê wî Xizirê Dêrsimê bû, lê Xizir nemir e.

Riza Çolpan, Sydney.

Print