2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Di Salvegera 82 yî ya Komkujiya Dersimê de, em şehîdên Dêrsîmê bi rêz yad dikin
2020-05-04 15:46



Di dawiya sedsala 18 an û destpêka sedsala 19 da, roma reş zulma xwe li ser seranserî Kurdistanê, taybetî jî herêma Dersimê, ango li rojavayê çemê feratê li ser Kurdên Qizilbaş roj bi roj zêde dikir. Çavkaniyên dîrokî, gelekî zelal nîşanî me didin, ku hê di dema Osmaniyan da, bingeha vê nefikirinê, êşandinê û komkujiyê hatiye danîn.

Di dema xwe da, Yusuf Ziya Paşa yê esilgurc gelek salan li Kurdistanê wezîfedar bûye. Di 1785 da li Kebanê / Madenê û di 1797 li Dersim komkujî, islahkirin (tedib), bi tûndî dûrxistin, tedayî (Tenkil) bi Kurdên Qizilbaş kirin, pêkanîne.

Dîsa xeta Mereş û Dêrsimê tedib, tenkil pêkanîne, her usa xeta Adiyaman, Meletî, Dersim qetliamên nemîrovane dane kirinê.

Heman demê da, rêberên eşîretan vedixwîne Çemişgezekê û serê ji 100 kesan zêdetir serokeşîretan didin jêkirinê, wan dide kuştinê.

Dîsa li Gelyê Mercan, kurdên qizilbaş kom dikin, tevaya mêran dikujin, dest didin ser keç, jin, mal û milkên wan, wek qanîmeta şêr.

Bi van çend mînakan jî tê dîtinê, ku zulma li ser Kurdan, taybetî jî li ser kurdên qizilbaş, bi Dêrsimê va, bisînorkirî nîne û gor planeka bi rêk û pêk, dûr û dirêj hatiye meşandinê. Ev jî qetliam nîne, hema raste-rast jenosît e.

Niha em bêne plana dema Komara Mustafa Kemal. Ji piştî serhildanên 1921 li Koçgîrî, 1925 û Agiriyê, M.K. û hevalbendên wî dixwastin li van deverên li jor navkirî, taybetî jî li Dersimê, Kurdên Qizilbaş bi tundî bîne rê, bikuje, ji welatên wan derxe û berê wan bide metropôlên Tirkiyê, gund û bajarên wan wêran bike. Wan dixwest, ku hejmara Kurdan li wê herêmê kêm bibe. Jixwe mîrovên wê herêmê, di dema Osmanî da jî serê xwe li ber desthilatdariya Osmanî danenîbûn. Ji ber vê jî Mustafa Kemal, wa devera wek birînekê xeternak navdikir. Ji bo pêkanîna van planên xwe, yên qirêj jî, di parlametoya xwe da biryarên nemîrovane dan girtin.

Bi vêmebestê M. Kemal, di 25.12.1935 an da qanûna Tuncêliyê da derxistin. Ev biryara wêrankirin, qirkirin, pêkanîna komkujiyâ Dersimê bû. Ji piştî vê biryarê di 04.05.1937 an da, di komisyona Wezîran da biryareka nû hate standin. Ev biryara, ya bi tûndî, di hemû waran da, ser Dersim û Dêrsimiyan da çûyînê bû. Bi fermana Mistefa Kemal û Ismet Inönü va, rê ji bo komkujiya Dersimê vebibû. Encam, bi hezaran va kuştina Kurdên elewî, zar û zêç, keç û jinên wan, talan kirina mal û halên wan bû. Heya bêjî destavêtina keç û jinan, wek berdestî zarokên kurdan ji bo xwe birin, di rojeva wan da bû.
Iro bûye 82 sal ku, ev jenosîda li ser Kurdên Dersimê hatîye meşandin. Seyîd Riza yê nemir û hevalên wî hatin darda kirinê. Heyanî îro, cîhê ku lê hatine binaxkirinê ne dîyar e.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR tevaya qurbaniyên şerê Dêrsimê, taybetî Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û qetilkarên wan bi tûndî rûreş û şermezar dikin.

HAK-PAR dibêje:

-Divê dewleta Tirk vê bûyerê wek jenosid bipejirîne!

-Divê merzelê Seyîd Riza û hevalên wî bêne eşkere kirinê!

-Lêborîn ne bese, lazime gavên pêwîst werin avêtin.

Di Salvegera 82 yî ya Komkujiya Dersimê de, em şehîdên Dêrsîmê birêz yad dikin.

Nivsîngeha Rageyandin û Çapemenîya
Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR
Print