2020-05-25
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Rıza Baran koça dawî kir
2020-05-05 23:34


SERSAXÎ

Gelê Kurd welatperwerekî din jî, ji dest da. Belê, Rıza Baran ji pistî nexwaşîyeke bi salan ra, di 04.05.2020 an da koça dawî kir. Gelê Kurd bi mirina Rıza Baran va, lobîyîstek, zanayek, çalakvanek wenda kir.

Welatparêzê gorbihuşt ji Kurdên Enedolîya navîn bû. Di sala 1963 yan da, ji bo xwendinê hatibû Elmanyayê. Ji piştî xwandina xwe ya li bajarê München û Hannoverê ra, 1970 da derbasî Berlinê dibe û dest bi karê mamostetîyê dike. Lê di warê pirsa Kurdî da jî vala nasekine û ji bo dannasîna pirsa Kurdî, digel sazîyên Elmanan têkilîyan datîne. Baran di nava sendîqa mamosteyan (GEW) ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, ji bo zarokên Kurdan xebateke bêhempa meşand, her wisa di damezirandina KOMKAR da beşdar bû, bi keda xwe ya di komela Berlin da, roleke mezin leyîst.

Rıza Baran salên 1992 heya 1999 an di nava partîya Keskan da aktif polîrika meşand, wek parlamenter, di warê pirs û pirsgirêkên penaberan û entegrasyona biyanîyên ku, li Elmanya yê dijîn, roleke giring leyîst. Ji ber wan çalakîyên gorbihişt şaredarîya bajarê Berlînê xelatek pêşkêşî wî kir.

Ji ber karê mamostetî û polîtika aktif Rıza Baran heya demekê, karê Komela KOMKAR-Berlin jî birêve dibir. Rıza Baran mîrovekî çalak, nefsbiçûk, rastgotî bû.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR vî karê Rıza Baran, yê Kurdewar û welatperwarane gelekî bilind dinirxînin, ji bo vê xizmeta ku, wî ji bo Kurdan kirîye, sipasdar in.

Em xemgînî û êşa malbata Rıza Baran, heval û hogirên wî, her wisan hezkiryên wî parve dikin, serê we tevan, serê me hemûyan sax be.

Rıza Baran ji kîsê Kurdistanîyan çû. Cîhê wî bihuşt be. Ruhşad be.

05.05.2020

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Print