2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
CEJNA WE PÎROZ BE
2020-05-24 15:14


Hemwelatîyên xoşewîst,

Piranîya gelê Kurd jî di nav da, Misilmanan ji piştî mehekê rojîgirtinê ra, dest bi pîrozkirina Cejna Remezanê kirine. Şik tune, ku pîrozkirina vê çejnê naşibe yên berê. Pandemîya ku bûyê bela serê ji 200 gelî zêdetir, li erdnîgarîya ku gelê me lê dijî, jî domdar e.

Wisa tê xûya, ku ev cejna yê, bi dest maçkirinê, hevdu hembêzkirinê û bi zîyareta dê û bavan va derbas nebe. Zarok ê mal bi mal negerin şêkir kom nekin, dilgeş nebin, coş û geşa cejnê his nekin. Kifş e, ku ev cejna yê neşibe cejnên berê. Em ê di vê cejnê da, jîyanê li malê hilînin. Şik tune, ku cejn, ew demên ku hezkirin û rêzgirtina di navbera merivan da; derdikevin eşkeretîyê ne. Silavek dayîn, destek maç kirin, bi xweşbînî û şabûnê tijîkirina dil, rewiştçakîya ango fazîleta cejnê ye. Ev çejna rastî demeke usan hat, ku pêdivîya bi tena serê xwe pîrozkirinê heye. Ji bo ku em di pêşedemê da hê jî dirêjtir û zêdetir li gel hev û din bin, divê em di van rojan da li malê bimînin.

Hê jî giringtir e, ku cejn ew dem in, ku tê da kîn, nedivî ango nefret û rik tunin. Di cejnan da mîrov xeyda xwe ji bîr dikin, hev tên, hedu hembêz dikin, rojên ku aşitî carek din aj didin.

Dibe ku em di van rojên pandemîyê da, ne rû bi rû, li kêleka hevdu, dest nedin hevdu, hev û din hembêz nekin, lê em dikarin dilên xwe daynin kêleka hevdu û ji bo gelê xwe rojên xweş daxwaz bikin, gişt mîrovên xwe, yên ku em dikarin bigîhîjin wan, bi rîya telefonê va wan dilxweş bikin.

Jîyan hêja ye û ew bi xweşbînîyê û hezkirin e va xweşiktir dibe. Wefa mexsûsî mîrovan e. Bi bîr anîn, lêgerîn, seredan têne wateya wefayê. Dostanî bi parevekirinê va bejin dide.

Werin em di vê eydîyê da, xeydên xwe ji bîr bikin, ji dûr va be jî, hev û din hembêz bikin, dostanîyên xwe nûjen bikin. Em hev û din baş têbigîjin, nakokîyan, kîn û rikê, ramanên neyînî, hêrsê, hisîyata tolhildanê, enirandinê daynin alîyekî, alîyên xwe yên hempar derxin pêş, cudatîyên xwe wek dewlemendî şîrove bikin, wisa bipejirînin. Em tûndîyê û tingijandinê ji nav bibin. Em qedrê peyîvînê û dan û standinê (dîalogê) bigirin.

Bi wê hêvîyê ku di vê cejnê da, dilê me bi hezkirin û mîhrevanîyê va tijî bibe. Tevaya mafên ku, em ji bo xwe dixwazin, heman îmtîyazan ji bo kesên ku gel me dijîn, ji bo kesên tedayê dibînin û ji bo gelên ku ji tevaya mafên demokratik û mîrovî yên bingehîn mehrum mane xwestinê, ji xwe ra bikin binyat.

Divê em ji bîr nekin, ku sazûmaneke azad û demokratik, dahatûyeke wekhev û adîlane damezirandin di destê me da ye. Em dikarin wek ahenga heman asîmanê, bi hezkirinê va hev û din hembêz bikin û tevayî bijîn.

Di vê cejnê da, li mal mayîn ê, hêjayîya azadîyê carek din bîne bîra me. Em bînin bîra xwe, ka azadî çiqasî pêwist û hêja ye. Werin em ji bo destxistina jîyaneke azad, hev bigirin, azadbûnê ji bo tevaya netewan wek mafekî bingehîn bipejirînin. Bira êdî azadî ji piştî vê eydîyê ra û hemû deman bibe, tiştê ku em jê derbas nabin. Bila rojên azad bibe cejna me ya rasteqîn.

Di vê cejnê da, em nikarin destên xwe bidin hevdu û hev û din maç bikin, lê em dikarin dilên xwe bidin kêleka hevdu, bidin maç kirinê. Em dikarin hev û din bibexşînin.

Ez ji bo we dahatûyeke azad û serfîraz, ya di tama cejnan da daxwaz dikim. Bi hêvîyê ku, em di cejnên hê jî kamûran da, ba hedu bin, cejna we bi dil û can pîroz dikim. 24.05.2020

Latif EPÖZDEMIR
Serokê Giştî
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

-----------------------------

BAYRAMINIZ KUTLU OLSUN

Sevgili vatandaşlar,

Aralarında Kürd milleti çoğunluğunun da bulunduğu Müslümanların bir ay süren oruç ayından sonra nihayet Ramazan Bayramı kutlaması başlıyor.

Kuşkusuz ki, bu bayram kutlaması öncekilerine benzemeyecek. Dünyanın 200’den fazla halkının başına musallat olmuş olan salgın hastalık milletimizin yaşadığı coğrafyalarda da etkili olarak sürüyor.

Görünen o ki; bu bayram el öperek, kucaklaşarak ve ebeveynler ziyaret edilerek geçmeyecek. Çocuklar, ev ev dolaşarak şeker toplayamayacak, sevinemeyecek, bayram sevincini hissedemeyecek. Belli ki bu bayram eski bayramlara benzemeyecek. Bu bayramda hayatı eve sığdıracağız.

Kuşkusuz ki bayramlar, insanlar arasında sevgi ve saygının açığa çıktığı zamanlardır. Bir selam vermek, bir el öpmek, kalbe hoşgörü ve sevinçler doldurmak, bayramın erdemidir. Bu bayram herkesin tek başına kutlaması zorunlu olan zamana denk geldi. Gelecekte daha uzun ve daha çok birlikte olmak için bu günler evde kalmalıyız.

Daha da önemlisi, kinin, nefretin ve garezin olmadığı zamanlardır bayramlar. Bayramlar, insanların dargınlıklarını unuttukları, barışarak kucaklaştığı, hoşgörünün yeniden filizlendiği günlerdir.

Bu salgın koşullarında yüz yüze, yan yana, el ele, kucak kucağa olamayacağız belki ama; kalplerimizi yan yana koyarak ülkemiz ve halkımız için güzel günler dileyebilir, ulaşabildiğimiz tüm insanlarımızı bir telefonla da olsa hatırlayabilir onları sevindirebiliriz.

Hayat yaşamaya değer ve ona değer katan da sevgi ve hoşgörüdür. Vefa insanlara özgüdür. Hatırlamak, anmak, arayıp sormak; vefalı olmak demektir. Dostluk paylaşıldıkça boy verir.

Bu bayramda dargınlıklarımıza son verip barışalım, uzaktan da olsa kucaklaşalım, dostluklarımızı tazeleyelim. Birbirimizi doğru anlayalım, kötülükleri, kin ve garezi, olumsuz düşünceleri, öfkeyi, öc alma duygusunu, kırgınlıklarımızı bir tarafa bırakalım, ortak yanlarımızı yüceltip farklılıklarımızı zenginliğimiz olarak yorumlayalım, böyle kabul edelim. Şiddet ve gerilimi geriletelim. Konuşmayı ve diyaloğu önemseyelim.

Umarım ki bu bayram adalet ve eşitlik duygularımızı istisnasız geliştirsin. Empati ve kıyas duygumuzu arttırsın, insaf ve merhametimizi bollaştırsın. Zulme, baskıya, haksızlığa, adaletsizliğe karşı tepkilerimizi ortaklaştırsın.

Bu bayram vesilesi ile, kalbimize sevgi ve merhamet dolsun. Kendimize hak ve reva gördüğümüz tüm imtiyaz ve ayrıcalıkları birlikte yaşadığımız kesimlere, ezilen ve tüm demokratik ve temel insani haklarından yoksun bırakılmış olan halklara da tanımayı ilke haline getirelim.

Unutmayalım ki, özgür ve demokratik bir düzeni, eşit ve adil olan bir geleceği kurmak bizim ellerimizde. Aynı göğün ezgileri olarak yaşam boyu sevgi ile kucaklaşarak birlikte yaşayabiliriz.

Bu bayramda evde kısıtlı kalınmışlık, özgürlüğün değerini bir kez daha hatırlatsın hepimize. Özgürlüğün ne kadar gerekli ve değerli olduğunu hatırlayalım. Herkesin özgür bir yaşama kavuşabilmesi için kenetlenelim, özgürleşmeyi tüm uluslar için temel bir hak olarak benimseyelim. Bu bayramdan sonra ve tüm zamanlarda artık özgürlük vazgeçilmezimiz olsun. Özgür günler gerçek bayramımız olsun.

Bu bayram el sıkışıp öpüşmeyeceğiz ama gönüllerimizi yan yana koyup öpüştürebiliriz. Bağışlayıp helalleşebiliriz.

Özgürlük ve barış, eşitlik ve adalet yaşam ilkeniz olsun, vazgeçilmeziniz olsun. En büyük bayram özgürlüğünüz olsun.

Sizlere bayram tadında özgür ve mutlu yarınlar dilerim. Daha mutlu bayramlarda bir arada olmak ümidiyle bayramınızı en derin saygılarımla kutlarım. 24.05.2020

Latif EPÖZDEMİR

Hak ve Özgürlükler Partisi / HAK-PAR
Genel Başkanı

Print