2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: EM PİŞTGİRÎYA YEKİTÎYA SÎYASÎ A HÊZÊN KURDÊN ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ DİKİN
2020-06-19 11:54


Xweşhalin ku piştî gelek dan û standinan, di roja 16.06.2020 an de, hêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên sîyasî gaveke giring avêtin. Teqez vê gava pîroz dilê tevaya Kurdan xweş kirîye û ew hêvîya encameke erênî ne û piştgirîya vê pêvajoyê dikin. Meriv dikare vê hewildanê wek gaveke dîrokî bipejirîne.

Encumana Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekitîya Netewîyên Kurd (PYNK) di roja 16.06.2020 an de, derketin pêş çapemenî û raya giştî û eşkere kirin, ku wan li ser gelek xalan li hev kirine. Hêjayî gotinêye, ku lihev kirina wan li ser bingeha peymana Duhokê ya sala 2014 hatîye pêkanîn.

Xalên ku hêzên Kurdan vê gavê li ser li hevkirine, dikarin bibin bingeheke tekûz ji bo berfireh kirin û cî bi cîh anîna vê peymana giring. Wan xalên giring yên ku di sala 2014 an de, di peymana Duhokê de cîh girtibûn, xalên wek rêveberî, şirîkatî, ewlekarî û çawanîya parastinîyê bûn. Eger herdu alî ji dil li ser van xalana karê xwe ava bikin, yekitîya di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê de wê di demeke kurt de bigêje encamê û emê jî pê dilxweş bin û heya ku ji destê me bê emê bibin alîkar.

Tiştê herî balkêş ew e, ku di beyanê da tê gotinê ku, her du alîyan li ser "Ramana hevpar ya ji bo pêkanîna yekitîya netewîya Kurd“ li hev kirine. Dîsa hatîye gotin, ku herdu alî yê di pêşedemê de, peymaneke berfirehtir destnîşan bikin. Helbet ev gotin hêvîyeke mezin didin tevayê Kurdan. Ev gava giring a ber bi yekîtîyê; di gel piştevanî û çavderîya Koalisyona Navnetewî, pêk tê û ev yek bê guman wê destê hêzên Kurd beramber dewleta zordar a Surîyê jî, xurttir bike. Pêkhatina yekîtîya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê; destketîyên hêja û mayînde bi xwe re tîne. Ev destketî lazime bi xwedîtî û berpirsîyarîyeke hevpar û bi asteke netewî werin parastin.

Cîhê şanazîyê ye, ku her du alîyan gelekî eşkere dilxweşî û sipasdarîyên xwe ji bo wan kesayetîyên ku, ji bo van gavên yekitîya di navbera hêzên sîyasîyên Rojavayê Kurdistanê bûne alîkar, anîn ser zimên. Şêwirmendê Koalisyona Navnetewî birêz William Robak jî di dema ragîhandinê da beşdarbû û wî taybetî rola Serokê Birêz Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Neçîrvan Berzanî ya di vê li hev kirinê bi erênî nirxandin.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR herdu alîyan pîroz dikin û di heman demê da hêvî dikin, ku tevaya xalên peymana Duhokê bêne cî. Ya herî baş ewe ku Kurd pêş hemu tiştî, bi hevre aşt bijîn, her tim bihevre bişêwirin, hevkarî û yekîtîyek pêt pêk bînin.

Ev gava giring a ber bi yekîtîya Kurdên rojavayê Kurdistanê, li gelê Kurd pîroz be. 18.06.2020

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Print