2020-10-30
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Daxuyanîya Rêxistinên Kurdistanî li Berlin
2020-07-05 19:03


- Êrişa dewleta Tirk û İranê şermezar dikin!

- Divê operasyon bê rawestandin!

- PKK hinceta nede destê dewleta Tirk; çekdarên xwe ji Başûrê Kurdistanê wekişîne! Li Bakûrê Kurdistanê tevgera xwe birêva bibe!

- Divê desthilatdarîya Almanya çek û tankan nefroşe Tirkîyê!


Ji bo raya giştî:

Artêşa Tirkîyê ji 15ê Hezîran 2020an operasyoneka bi navê “Çengê Baz” û ji 17ê Hezîranê pê ve jî bi navê “Çengê Piling”, her weha artêşa Îranê jî di heman demê da li navçeyên sînor yên Başûrê Kurdistanê bi balafirên şerî dest bi êrişa Herema Kurdistanê kirin. Ji ber encamên topbaranê, bi dehan însanên sîvil jîyanên xwe ji dest dan. Operasyona serbazî û topbaran û bombebaranên dewleta Tirk û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê, bûye sedema tirsê li cem sivîlan û nearamiyê li navçeyên sînor.

Êrîşên herdu dewletên dagirger hîn jî berdewam in. Bi sedan gundên nêzîkê wan herêman, hatine valakirin.

Dewleta Îrane, muxalîfên xwe, dewleta Tirk jî hebûna bingêhên PKKê li Bașûrê Kurdistanê ji xwe ra dikin hincet û wan hereman bombebaran dikin. Bi wan êrişan ve, him serwerîya Iraq û Herêma Kurdistanê, him jî zagon û peymanên navnetewî binpê dikin.

Li gor hin şirove û analîzên sîyasî, dewleta Tirk dixwaze bi vê êrîşê xwe ve ji Xakurkê heta Efrînê herêmeke tampon ava bike û pê ra jî -ger bikaribe- tevahiya Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.

Li gor agahdarîya medya Kurdî, serbazên Îraqê li derûdorên sînor yên Herêma Kurdistanê cîbicî dibin. Ev sîh sal in, ku artêşa Îraqê careka dî lingên xwe davêje ser xaka Harêma Kurdistanê û li sînor cî bi cî dibe. Divê partî û hêzên Kurdistanî li ser vê babetê bifikirin!

Dewleta Tirk, bi dehan salan e ku PKK dike sedem û êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Divê PKK ev hincet ji destê dewleta Tirk werbigre; hêzên xwe yên çekdar ji Başûrê Kurdistanê wekişine û tevgera xwe dijî dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê birêva bibe.

Serokê Asayişê ya Netewa Yekbûyî, Christoph Heusgen, li ser êrişên Başûrê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. Di daxuyaniyê da tê daxwazkirin, ku divê operasyon bê rawestandin û pirs bi awayekî aşitîyane bê çareserkirin.

Her weha dewleta Misrê jî êrîşkarîya dewleta Tirk şermezar kir û acizîya xwe ani zimên.

Em Kurdên herçar perçeyê Kurdistanê yên li Berlin dijîn, êrişên herdu dewletên dagirker li ser axa Başurê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û ji bîrûrayê cîhanê, ji partî û sazî û dezgehên mafên mirovî, komel û rêxistinên sivîl daxwaz dikin, ku ne razîbûna xwe hember herdu dewletan nîşan bidin û daxwaza bi dawîanîna operasyonan bikin.

Her usa, ji Dewletên Netewa Yekbûyî û Yekitîya Ewropa daxwaz dikin, ku bi helwesteka aşkera dijî şer û dagîrkerîyaTirkîyê û Îranê derkevin; dijî operasyonên wan li Bașûrê Kurdistanê rawestin!

Her weha ji dewleta Almanya daxwaz dikin ku bi her awayi çek û tankan nefroşe Tirkîyê.

Em Kurdên Berlinê, kêfxweşîya xwe bi hewildana yekitîyek li Rojavayê Kurdistanê, di navbeyna ENKS û PYDyê didin xuyakirin û ji wan daxwaz dikin ku bi hizreke netewî û

berpirsîyarî karên xwe birêve bibin. Divê tu tiştek nebe asteng, ku ev hewildana yekitîyê têk biçe. Berjewendîya netewa Kurd, ji me vê yekê daxwaz dike.

Komîta Serpereştî Ya Rêxistinên Kurdistanî li Berlîn

(Partîya Demoqrata Kurdistan-Berlin, Hizbî Demoqrata Kurdistana-Îran (Berlin), Şepêla Azadî ya Kurdistan, Partî Demoqrata Kurdistan (Al Partî), KOMKAR-Yekitîya Komelên Kurdistan, KOMKAR-Berlin, SOZK, Komela Kurdên Sûrîyê li Berlin û li Brandenburg)

05.07.2020
Print