2020-10-25
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
SİYASETMEDARÊ KURD CELÎL GADANİ JÎYANA XWE WİNDA KİR
2020-08-06 20:05


Rayedar û bîrewerê Kurdistana Rojhilat, Celîl Gadanî jiyana xwe winda kir. Celîl Gadanî, nêzîkî heftiyekê bû li nexweşxaneyeke başûrê Kurdistanê tedawî didît. Gadanî bi gilêya Covid-!9 rakiribun nexweşxanê. Heyf û mixabin ku Celîl Gadanî îro koça dawî kir.

Celîl Gadanî sala 1934 li bajarê Mihabadê hatibu dinyayê. Gadanî, di sala 1948’ande bi endametîya Hizba Demokrata Kurdistanê dest bi sîyasetê kiribu. Celil Gadanî di dema Şahê îranê de, bi 13 salan hatibû zindanîkirin.

Celil Gadanî di girtîgehê de dest bi dersên zimanê Ferensî kiribû. Diplomayê vê branşê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû.

Piştî şereşe Xumeynî a di sala 1979 an de, Celîl Gadanî wek endamê rêvberîya partiye hat hilbijartin

Gadani, sala 2006’an ji HDKİ cuda bu.Piştre di çend çalakîyên sîyasî de cih girt. Desteyek ji HDKî veqetîyan, rêxistinek nû êkirin. Demek Gadani bi wan hevalan re xebîtî, paşî jiwira jî veqetîya wek şexseke welatperwer jîyana xwe domanda. Vê dawîyê bu endamê cavdêr a yekîtîya hêzên demokrat.

Celil Gadani hemu jîyana xwe fedayê doza Kurd û Kurdistanê kiribu. Min di salaê 1983/84’an de Celil Gadanî nas kir. Ew peşmergeyek çeleng, zanayek baş, rewşenbîrek bijare û rayedarek jêhatî bu. Celîl Gadanî,heta dawîya jîyana xwe ji xebat û çalakîyên sîyasî dûr neket.

Bila serê malbatê sax be.

Serê hezkirî, dost û heval û hevrêyan sax be.

Bila serê Miletê Kurd sax be.

Celil Gadanî ruhşad û mekan cennet be.
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR
Print