2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
XELATA QEDRÎCAN
2020-08-11 09:40


Yekitîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Surîye di roja 08.08.2020 an da li bajarê Essen di komela Hêvî da semînarek li ser helbestvan û pexşan nivîserê kurd yê navdan Qedrîcan amade û pêşkêş kir. Di vê semînera ku ji ber munasebeta salvegera 48 emîn ya koçî dawî kirina helbestbanê nemir da, YNRKS ê li ser navê Qedrîcan di pênc beşan da nivîskarên kurd xelat kir. Di ser navê YNRKS berêz Cemîl Ibrahîm gotarek pêşkêş kir û bi sirûda Ey Reqîb va semînarê destpêkir

Di vê rê û resmê da kurê helbestvanê gorbihuşt, berêz Mizgîn Qedrîcan û hejmareke mezin nivîskar, helbestvan, rewşenbîr jî beşdar bûn û hinekan gotarên xwe li ser jîyan û karê Qedrican pêşkêş kirin.

Qedrîcan Kî ye?
Navê wî yê rasteqîn Abdulqadir Can, bernavk Qedrîcan Cano ye. Di 1911 an da li Dêrika Çîyayê Mazî hatîye dinê. Ew di zarokatîya xwe da wek Qedrî dihate nav kirin. Di dibistana sereta da Qedrîcan şagirtekî serketî bû, taybetî jî beşa hejmaran da(Matematik). Ji bo dibistana navîn û bilind bavê wî, ew şandîye Konyayê zanista mamostetîyê. Hê di dema xwendina xwe ya Konyayê da hestên netewî li ba Qedrîcan roj bi roj xurt dibûn. Wî bala mamosteyên xwe kişandibû, ji ber vê jî navê wî ketibû listeya reş ya tirkan. Di wê demê serhildana Sêx Said jî têk çûbû. Qedrîcan biryara derbasbûna Başûrê Rojavayê Kurdistanê distîne û ji devera Antakyayê ra derbas dibe.

Qedrîcan bê dilî xwe pişta xwe dide Dêrika Çîyayê Mazî, bavê xwe Cano her wisan xwendina xwe, lê li Binxetê welatperwerê wek Celadet Bedir-Xan, Osman Sebrî, Dr. Nurettin Zaza hwd. nas kirîye û kar û xebata welatperwerane bê navber domandîye.
Qedrîcan ne tenha helbestvan bû. Ew wek ronakbîr, zanayar, helbestvan, wergervan, û polîtikvan dihate nas kirinê. Berhemên wî di Hawar, Roja nû û Ronahî da belav dibûn. Wî bi zaravê kurmancî û gelekî sade dinivîsî. Di helbest û pexşanên wî da hesreta welêt, her wisan internasyonalizim cîhekî giring digire. Mîrovekî pêşverû û sosyalist heta bêjî kominist bû lê kurdîya wî li pêş her tişî bû. Li ser rewşa her çar perçên Kurdistanê helbestên wî hene.

Di vê çalakîya bi nirx da gelek gotar li ser Qedrîcan û helbestvanîya wî, ya nûjen hatin pêşkêş
kirin. Di warê helbesta nûjen da, wek bavê helbesta nûjen hatîye bi nav kirinê.

YNRKS ji bo xelata Qedrîcan pênc kes bi nav kiribûn. Heryekî di beşekê da xelat girt.

Mueyed Teyîb di warê helbestê da
Fettah Timar di warê toreyê da
Edib Çelkî di warê lêkolînê da
Heyderê Omer di warê rexnê da
Zagros Haco di warê zimîn da
Print