|
KURDISTANÎYEN LI FRANSÊ CANGORÎYÊN XWE BI BÎR ANÎN |
2020-09-18 19:51 |
|

Dengê Kurdistan-Paris Roja 17ê îlonê, Kurdên welatparêz ên li Fransê dijîn, ji bo bîranîna cangorîyên nemir çûn goristana Père Lachaise (Pex Laşez) a li Parisê. Berîya 28 salan, 17ê îlona 1992an sekreterê PDK-Î Dr. Sadiq Şerefkendî, berpirsîyarê Partîyê li Ewropayê Fetah Ebdûlî, berpirsîyarê li Almanyê M. Homayun Erdelan û Nurî Dehkurdî li Berlînê, ji alîyê sîxur û terorîstên dewleta hov û zulimkar a Îranê bi bêbextî di dema gotûbêjan da hatibûn kuştin. Piştî sirûda neteweyî Ey Reqîb, ji dengê şehîd Sadiq Şerefkendî, gotara wî ya ku di cejna Newrozê da xwendibû hat guhdarîkirin. Li ser navê komîteya HAK-PAR li Fransê jî M. Alî qewzegulek danî ber serê gora şehîdan.
|
|
|
|