2020-10-24
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: SEROKÊ DAMEZRÊNERÊ HAK-PAR’Ê ABDULMELÎK FIRAT HERDEM DI BÎRA ME DE YE
2020-09-29 14:05


Birewer, rayedar, sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Şêx Seîd, dildarê tevgera Kurd û Kurdistanê, damezrêner û serokê rumetê yê Partiya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê Abdulmelîk Firat 11 sal berê di roja 29. 09. 2009’an de, jîyana xwe ji dest da.

Serokê damezrênerê HAK-PAR’ê nevîyê Şêx Seîdê Pîranê bu. Firat, di hilbijartinên parlementoya Turkîyê a dewra 11, û 19.’yan de, ji Partîya Demokrat wek mebûsê Erzerûmê hate bijartin. Melik Firat di cuntaya 27’ê gulanê de hate girtin û wekî du salan li Zincirbozan’ê ma hepiskirî.

Piştî têkçûna tevgera netewî a sala 1925’an, serokê tevgerê Şêx Seîd û gelek endamên malbatê hatin darvekirin. Gelek kes jî hatin sirgûn kirin. Di sala 1929’an de dema ku zagona “Taqrîrî Sikûn” hate rakirin, endamê malbatê yên sirgûnkirî karîn vegerine welat. Lê mixabin ku milk û malê malbatê, ji alîyê dewletê ve, hatibu radestkirin. Bi derxistina zagona “Soyadı” (paşnav) dewletê, wek paşnav FİRAT li malbatê kir. Mixabin ku, malbat di sala 1935’an de, careke din hate sirgûn kirin. Di sala 1947’an de di zagona “Mecburi İskân Kanunu” de guhertin çêbun, li dawîyê malbat dîsa vegerîya Hinûsê.

Avakar û damezrênerê Partîya Maf û azadîyan Abdulmelîk Firat, ji xeynî zimanê dayîkê Kurdi,bi Turki, Erebi, Farisî, Frensizî û İngilîzi jî dizanîya. Melik Firat di dema xwe de, yekem parlementerê Meclîsa Turkîyê bu ku ya hindik bi şeş zimana dizanîya.

Serokê yekem yê Partîya me, Abdulmelik Firat, mixabin hê di dema amdekarîya damezrandina HAK-PAR’ê de, nexweşîya xwe a bêkeys destpêkiribu. Dîsan jî Abdulmelik Firat ev rewşa xwe, qet ne kir hincet û neda pêş xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar û zehmet de jî, bi hemû hêz û karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Abdulmelik Firat’ê nemir, heta roja dawî a temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xebitî.

Abdulmelîk Firat, kûrê Şêx Şabedînê birazîyê Şêx Seîd bû. Her wiha keça Şêx Seîd Eyşan Xanim, bi Şêx Şabedîn re zewiwicî bu. Lewra Abdulmelik Firat him nevi û him jî birazîyê Şêx Seîd Efendî ye. Firat ji, babê Mahmut Fevzi Fırat, Abdülkadir Fırat, Abidin Fırat, Süreyya Fırat bu.

Ew kesekî xweşbîn, bawermend û demokratekî nûjen bû. Rayedar û ronakbîreke bijare, rûspî û zanayekî miletê me bû. Hemû hevrêyên wî yên dinav HAK-PARê de, şahidin ku Melik Firat, her dem baweri bi pirdengî u pirrengîyê dianî û ji bo pêkanîna vê helwestê, gelek hewildar bû.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR’ê, Serokê damêzrênerê Partîya me Abdulmelik Firat bi rêz û hûrmet yad dikin û emê di têkoşîna xwe de herdem navê Melik Firat bidin jiyandin.

Spas ji te re, ji dilovanî, dilsozî û xebata te re. Sipas ji te û rêhevalên te yên ku vê partîya biqedir ji bo gelê Kurdistanê damezrandin û pêşkêşê milet kirin.

Miletê Kurd minetdar û sipasdarê te ye rêzdar Abdulmelik Firat.

Ruhşad bî, nav û dengê te, her dem li bîr û bêpayan bî. 29.09.2020

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Print