2020-12-02
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Fehmi Demir di bîra me de ye
2020-10-25 15:54


Berî pênç salan, serokê Partiya me, serokê HAK-PAR’ê, Fehmi DEMİR di qezayeke trafîkê da, jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir. Em wî bi rêz û hirmet yad dikin.

Fehmi Demir Kurdekî Anatolya Navîn bû. Hê, di xortanîya xwe da, meyla xwe da ser fikr û ramanên çepgir û şorişger, roj bi roj di nav tevgera azadî û demokrasîyê da cih girt. Piştî ku kovara Rêya Azadî dest bi weşanê kir û li dor dîtin û ramanên kovarê, kombendîyek peyda bû, vê tevgerê bala Fehmi Demir jî kişand û ew jî, bi dilsozî di nav refên Rêya Azadî da wek şorişgerekî xwingerm cihê xwe girt.

Di sala 1984’an da, Yilmaz Demir’ê birayê wî, di zîndana Diyarbekir da, li himber dirindehî û hovîtîya rejima faşist, ji bo şermezar kirin û riswakirina kirinên ku dîta leşkerî, xwe şewitand û tevli şehîden demokrasîyê û tevli şehîdên azadîya Kurdistanê bû. Fehmî Demir piştî vê berxwedanê, zêdetirîn bû meyîldarê tevgera Kurd û wek neferekî dilpola, têkûztir di nav tevgera rizgarîya gelê Kurd da cih girt.

Fehmi Demir, ji salên 90’an û hetanî axirîn nefesa xwe, di nav tevgera eşkere a demokratik a Turkîyê da, wek neferekî dilpola xebitî. Maf û berjewendîyên gelê Kurd yên rewa li ku aj bida Fehmî li wir bû. Fehmi Tekoşerekî bawermend û wêrek û bi biryar bû. Mafên çarenûsîya gelê Kurd li ba wî serdestê hemû hestan bû. Ew dilbengîyê Kurdistaneke azad û Turkiyeyeke demokrat bû. Ji bo jîyaneke wekhev, dadwer, azad û demokrat, bi şev û roj, xebat kir, lê sed heyf û mixabin ku ew, bi mirazê dilê xwe şa nebû, ji nav me koçebar bû, jîyana wî kuta bû û nikarî bû bi wan çehvên xwe yên ronakdar Kurdistaneke serbixwe bibine.
Ew meşaleya ku Fehmi Demir her tim bilind digirt, bawer bikin wê nizim nebe. Bi hezaran keç û xortên welathez û demokrat wê tevgera azadiya Kurdistanê bidomînin û Kurdistaneke tacliser ava bikin.

Xeyaleke Fehmi Demir hebû, Kurdistaneke azad. Lê ew bi rastîya vê xeyalê dilşa nebû û koçber bû û jîyan li paş xwe hîşt. Me sond xwarîye, heta ku Kurdistan azad nebe, demokrasîyeke bi rumet û şanaz li seranserê welêt bi ciwar nebe, em dev ji tekoşanê bernadin. Heta ku Kurdistaneke azad û serbixwe ava nebe, ji bo me sekin û rawestan tune ye.

Me wesîyet kirîye Kekê Fehmî, partîya me ji rêya damezrandina komareke federal venagere. Ti hêz û qewetek nikare me ji rêya azadîyê vegerîne. Tu rihet razê û ruhşad be.
Fehmî Demir, ti carî ji bîra me naçe. Em dizanin, hetanî ev dezge û pergala yunîter, a ku li ser bingeheke tekayetî û Turkayetî ava bûye, li ser kar be, gelê Kurd şad û bextewer nabe, jîyaneke xweş derbas nake. Emê bi ray û ramanên xurt û qaîm vî dezgeyê kevnare hilweşînin û li ser bingeheke pirdeng, pirali û pirreng, azad û wekhev û dadwer û demokrat, desthilateke nû ava bikin da ku gelê Kurdistanê jî, tê da, bi awayekî wekhevî, serbilind û dilşa bijî.

Fehmi Demir, wê di yad û tekoşina me de her bijî.

Careke din dibêjim bila serê miletê Kurd sax be. 25.10.2020
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Print