2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komcivîna îstîsnayî ya KOMKAR-Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê li Almanya çêbû
2020-11-08 22:35




Dengê Kurdistan/ Berlîn

Kongre, li ser banga Serokê Giştî yê KOMKARê Rohat Geran roja 7.11.2020an li ser înternetê kanala Video Zoom pêk hat. Organa nû ya ji 15 kesan pêkhatî ku di nav wan da 3 endamên jin jî hene hat hilbijartin.

Ji ber baldarîya li hember vîrûsa corona komcivîn li ser internetê pêkhat.
Serokê KOMKARê Rohat Geran, di axaftina xwe ya vekirina civînê de got ku ew ji ber tedbîrên nexweşîya coronayê li ser internetê komcivînê pêk tînin, cara yekemîne ku bêyî ku delege û endam bi awayekî fîzîkî, rûbirû bên ba hev, li ser kar û xebatên KOMKARê nirxandinê dikin û komcînê dimeşînin. Eger hin kêmasîyên teknîkî derkevin pêş me, em ji nuha ve ji delegeyan lêborînê dixwazin.
Rohat Geran axaftina xwe weha domand:
‘Me li ser bingehê komcivîna 2014ai di roja 4ê Cotmehê bi riya e-mail banga komcivînê ragihand nûnerên komeleyên Berlin, Bremen, Bottrop, Duisburg, Frankfurt, Hamburg, Köln, Leer, Mannheim, Nürnberg, Münih, Stuttgart û Wuppertal’ê. Vêgavê delegeyên bajarên Berlîn, Bottrop, Bremen, Hamburg, Nürnberg û Munîhê di civînê de beşdar in. Xêrhatinê li wan dikim.’’
Dûra Geren lîsteyeke ji sê kesan pêkhatî wek endamên rêvebirina komcivîpê pêşkêşkir. Delegeyan bi yekitîya dengan pejirandin.
Serokê Dîwanê Dr.Ş. Güler, ji bo ku delegeyan bawerîya xwe ji wan re nîşandan, spasî delegeyan kir û ew vexwendin rawestina deqîqeyekî ji bo rêzgirtina Şehîdên Kurdistanê.
Mafê axaftina pêşîn delegeyê Bremenê stend û got ku mafê serok Geren tuneye ku ji bo komkirina komcivînê bang bike û nabe ku ev ne komcivîneke rasteqîn e. Delegeyekî din îddiakir ku ev civînek e, lê ne komcivîn e.
Serokê Giştî yê KOMKARê Rohat Geren, li ser van îddîayan got ku ev îddîayana ne rast in, û Dadgeha Herêmî ya Berlînê îro jî serokatiya wî teyîd dike; seba vê yekê ercê wî heye ku bang ji bo komcivîne bike. Îddîaya herdu delegeyan ji alî hemû delegên din ve redkirin.
Pêkanîna Komcivînê li ser înternetê bi şêwekî serkeftî ji alî delegeyan ve bi dilxweşî hat pêşwazkirin.
Dema derbasbûna xala hilbijartinê hat, Rohat Geran da zanîn ku gelek hevalên ku ne delege ne û loma îro beşdar nebûne, bi nivîskî daxwazên xwe ji bo beşdarîya karê rêvebirinê şandine. Ew didin zanîn, eger ji wan bê xwestin, ew amade ne ku bi dilxweşî beşdarî karê rêvebirîyê dibin. Û dixwazin ku delege vê yekê li ber çavan bigrin.
Ji nûnerên amadebûyî ku ji bo organên nû hatine pêşniyarkirin, yek bi yek hat pirskirin û piştî erêkirina wan hahilbijartinê destpêkir.
Di nav wan de sê jin 15 kes ji bo Komîteya Rêvebirina Giştî hatin hilbijartin.
Piştî komcivînê, me raya hin delegeyan li ser îddîayên nûnerên bajarê Bremenê pirskir. Wan gotin: em fêm nakin, madem hûn komcivînê wek komcivîn qebûl nekin, çima beşdar dibin û çima beşdarî hilbijartinan dibin û dengê xwe didin?
Serokê dîwanê spasîyên xwe ji bo hemû beşdaran pêşkêşkir û ji bo civîneke weha serkeftî û ji organa nû re serkeftin xwest.
Endamên Organa nû, dê piştî du hefteyan kom bibin û di nav xwe da karên xwe dabeş bikin.
Print