2020-12-02
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Pîroznameya HAK-PARê ji Serokê KOMKARê Rohat Geran re
2020-11-13 01:51
Ji bo Serokê KOMKAR`ê birêz Rohat Geran,

Di gel rêz û silavên germ û birayane,

Me bi șanazî bihîst, ku KOMKAR`ê di van șert û mercên giran de, kongra xwe a nu pêk anîye.

Em dizanin, ku KOMKAR xwedanê dîrokeke ji zêdeyî 40 salî ye û li dervayî welêt roleke Kurdewarî leyîstîye û bûye dengê temamê Kurdan.

Bêgûman, ji nû ve, vejîna KOMKAR`ê, ji bo Kurdên dîyasporayê û her wisa jî, ji bo temamê Kurdistanîyan, pêdivîyeke gelek bi nirx û giring e..

Ez cenabê we bi dil û can pîroz dikim,hêvîdarim her tim serketî û bextewer bîn.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê, hemû hevalên desteya rêveber û temamê heval û hogirên ku, di vê derbarê da ked û emegên wan hene,pîroz dikin.

Ez bawerim ku rêveberîya we a vê dema nu,wê hevdengî û hevalbedîya me herdu alîyan xûrtir bike.Her wiha em gelek kêfxweş û şanazin û bawerîya me ewe ku,, rêveberîya nû a KOMKAR’ê,wê gelek destkevtîyên hêja destgîr bike.

Bi hêvîya berdewamîya serkeftinên nû,careke din cenabê we û desteya rêveber a KOMKAR’ê,li ser navê Partîya me bi hestên birayane pîroz dikim.Her şad û bextewer bin.

Bijî KOMKAR

Latif Epözdemir
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan- HAK-PAR
Print