2020-12-02
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
EM SEYİD RIZA Û HEVALÊN Wİ Bİ RÊZ BİBÎR TÎNİN
2020-11-15 14:43


Seyid Riza sala 1863"an li Dêrsimê, li gundê Lirtikê hatîye dinyayê. Seyid Riza kurê Pîr Seyîd İbrahim ezana û bawerpêkirekî nasîyar e. Seyid Rıza bi dersdarî û hînkarîya mamosta Mehmet Elî Efendî perwerde buye. Seyîd Riza pişti ku babê wî Pir Seyid İbrahim wefat dike bi malbatî diçe li Axdatê bicih dibe û dest bi pîrîtîyê dike.

Her wekî ku te zanîn, Dersim di dema Osmaniyan da wek navçeyek xweser bu. Mîrayetîyeke bin av û deng bu. Dema ku komara nû a Turk damezra, xweserîya hemu mirekatîyên Kurdistanê hate hilweşandin. Seyid Riza her wekî Şêx Seîd, dixwest ev xweserî berdewam, lê komara nu a Tirkiyê vê rewşê qebul nekir. Lewra kete fikara ku wê Seyid Rıza serhildanekî çeke. Rejimê tu berxwedanek li Dêrsimê destpê nekiribû, bi operasyoneke mezin êriş anî ser Dêrsimê.

Ya di sala 1937 an de li Dêrsimê encam da, raste rast “qirqirin” û “jenosidek” bu. Bi dehan hezar kesê bêsûc û bêtawan hatin kuştin, Her wiha bi dehan hezar kes jî li gor qanuna “Qanûna İskana Mecburi” hatin sirgû kirin. Necip Fazıl Kısakürek di kîtêba xwe de (Son Devrin Din Mazlumları) dibêje li Dêrsimê 50 hezar kes hatin kuştin. Berî çend sala, Receb Tayıb Erdoğan jî dema behsa jenosîda Dêrsimê kir, gotibu ku “li Dersimê di wê salê de 90 kes bi destê rejimê hatine kuştin. Receb Tayib Erdoğan di wê deme de ji gele Dersimê lêborînê xwest lê tu gaveke giring derheqê vê buyera dijmirovtî ne avêt.

Rejima Kemalist xwestibu Kurdên Elewîyên derdora Dêrsimê “tedip” yanî “biedep” bike. Raporên teftêşkarên giştîyên wê deme Abidin Özmen û, İ.Tali Öngören û Alpdoğan derheqê Dêrsimê de raporên xeter pêşkêşî Mistefa Kemal kiribun. Lewra Mistefa Kemal fermana Kurda rakırıbu.

Roja 14 Mijdara sala 1937’an; Mistefa Kemal li Elezîzê ji Seyid Riza dixwaze ku beyan bike ku ew poşmane û dewa lêborînê dike, lê Seyîd Rıza vê yekê qebul nakirîye.

Roja 15.11.1937 Seyid Riza û kurê xwe Husênê Reşik digel pênç kesên dî hatine idam kirin.

Berxwedana Dêrsimê berxwedana parastina can û mal û mafên netewîyên miletê Kurd e.

Di wan salan de dewleta Turk li Dêrsimê bi dehan hezar kesên bêtawan û bêsuc kuştîye. Lewra lazime dewlet îhtîbara Dêrsîmê bi paşve bide û birîna Dêrsimê bikewîne.

Lazime bizûyî cîyê qebra mezinên Kurda Şêx Seîd, Seîdê Kurdî û Seyîd Rıza were nişandan û ihtiram û sîyaneta wan were îade kirin.

Em weki Partîya Maf û Azadîyan bi boneya 83. Salîya idamkirina Seyid Riza û hevalên wî de, hemû şehîdên Kurdistanê birêz û ihtiram yad dikin. 15.11.2020


Latif EPÖZDEMİR

Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Print