2021-01-26
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Sîyasetmedarê Kurd Hemid Kılıçaslan Jiyana Xwe Ji Dest da
2020-11-27 12:48


Mixabin ku sîyasetmedar, rayedar û bîrewerê Kurd Hemîd Kılıçaslan (Hemîdê Simaîl Axa) jîyana xwe ji dest da. Kek Hemîd demeke dirêj bû ku li Enqerê tedawî didît.

Hamid Kılıçaslan, Li Qoserê, li gûndê xwe Dêrika Simaîlaxa berîya 40 rojan bi şewba covid-19 ketibû. Pêre li nexweşxaneya Qoserê tedawîya wî destpêkiribu paşî anîbûne Enqerê û nêzîkî mehek bu ku li nexweşxaneya bajêr a Enqereyê tedawî didîta. Hemîd Kılıçaslan, ji Coronayê necat bu lê mixabin ji xesarên mayendeyên Coronayê xelas nebû û heyf ku, do (26.11.2020) berê sibê jîyana xwe ji dest da.

Rayedarê welatpererê Kurd Hamit Kılıçaslan di sala 1948’an de li gundê Qoserê Dêrîka Simailaxa hatibû dinyayê. Xwendina sereta û a navîn li Qoserê qedand. Paşî di zankoya Enqerê beşa Hiqûqê de dest bi xwendînê kir, lê mixabin ku ji ber kar û çalakîyên xweyên sîyasî ji zankoyê hate derxistin.

Rêzdar Hemîd Kılıçaslan, di dawîya sala 1960 û pêve wek sîyasetmedar kete nav karên sîyaseta Kurdewar a welatperwer û demokrat. Ew, yek ji damezrênerê DDKO yê jî bû, û di sala 1969’an de, di nav refên Partîya Demokrata Kurdistanê -Turkîya (PDK-T) de cîh girt.

Hêja Hemîd Kılıçaslan piştî kûdîtaya 12’ê Êlûnê derbasî Rojavayê Kurdistanê bu. Ji wê jî di sala 1983’an de çû Swêdê û bi malîtî li Swêdê cîwar bû. Hemîd Kılıçaslan babê 6 zarûyan bu.

Her wiha Hemîd Kılıçaslan wek berdevkê PDK-Bakûr dihate nasîn û endamê Gruba Kombenda Kurmancî bû ku vaye 30 sale li ser zar û zimanê Kurdî xebatê dike. Hemid Kılıçaslan çend salbû ku vegerîyabu Qosera Mêrdînê û li gundê xwe jîyana xwe derbas dikir.

Bêgûman wefata Hemîd Kılıçaslan ji bo tevgera azadîxwaz a Kurd xesareke pir mezin e. Em wek Partîya Maf û Azadîyan bi wefata Hemîd Kılıçaslan gelek xemgînin. Oxira wî a xêrê be.

Bila serê malbatê, hezkiryan, nas û dostan, hevkar û hevrêyan û hevalên tekoşînê sax bî.

Bila serê miletê Kurd sax bî.

Rûhşad bî, mekan cennet bî, din av nûr û ronahîyê de razê. 27.11.2020
NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Print