2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: HER KURDEKÎ BİŞEREF Bİ HER HAL PARÊZGERÊ ALA KURDİSTANÊ YE
2020-12-17 22:10


Al, remz û sembola netewî ya miletan e. Her miletek ala xwe heye. Lewra al wek remz û nîşana taybetmendî û cudavanîya miletan tê hesibandin. Her alek xasyeta firqet û cudahîyekê tîne ziman. Reng û fîgûr û wêne û şeklên alayan piranî peyameke ji beden û pêkhatina miletan. Al her wiha hacetê nasîn û danasîna miletan e jî.

Tiştê ku miletên ciyawaz ji hev cûda dike, welat û ax, zar û ziman û perçem û ala ye. Her miletek ax û welatekî xwe heye, zar û zimanekî xwe û perçem û alayeke xwe heye. Alaya Kurdistanê jî kesk û sor û zer, sipî û gewher e. Ala rengîn şeref û kesayetîya miletê Kurd e.

Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî berîte ye. Li ser van xetên rengîn 21 tîrêjên rojê (hetav) heneî. Di ala Kurdistanê da her rengek wateyek xwe heye. Kesk, rengê deşt û çîya û banîyên welat e, bereket û xweşîye; Sor, agirê zerdeştê kal û xwîna lehengên Kurd e; Zer, azadî û ronahîye, Spî, aşti, masûmîyet û rastevanî ye. Her wiha 21 tîrêjên rojê jî, remza hetava Mezopotamyayê, ango remza Newrozê ye.

Ala Kurdan xwedî dîrokeke kevn e. Ew xal û remzên di Ala Kurdistanê da hene, di hemû serhildan û bûyerên netewî yên gelê Kurd da hatine bikaranîn. Dema ku tevgera Şêx Seîd dest pê kir û qezaya Gumgumê (Varto) kete destê hêzên Şêx Seîd, wê demê şervanan perçemek bi sê rengan li ser avahîya hikumetê çikandin ku qaşo ev perçem wek nîşana serketina Kurd hate hesibandin. Her wiha di dema Şêx Mehmud da, di dema İhsan Nurî Paşa da, di dema hikûmeta Agirî da, ev perçema rengîn her tim hate bikaranîn. Helbet her qonaxek li gor xasyetên xwe ala xwe nexşe kiribûn. Lê wisan dabûne zanîn ku ew hersek rengên jindewar remz û nîşana serketina Kurd e. Nîşana serketina netewa Kurd ala rengîn e.

Di sala 1946’an da, di dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad da, serok komar Qazî Mihemmed da, ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebul kirin, cara pêşin li bircên Mahabadê hate çıkandin û ev alaya Qazî ji bo parastin û pejirandinê wek rûmeteke bi nirx emanetê Fermanderê giştî yê hêzên Leşkerî yên Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî kir. Ji wê rojê heta vê rojê, ew alaya kivşkiri û pejirandî, ji bo Kurdistanîyan wek nişana serketinê hate pejirandin.

Di sala 1999’an, da hikumeta herêma Kurdistanê, roja 17’yê meha diwazdan, yasayek derxist û ev alaya wek alaya fermi a hikumeta herêma Kurdistan pejirand. Lewra ye ku her sal roja 17’yê meha diwazdan wek “roja alaya Kurdistan” tê pîroz kirin. Reng û remza alaya Kurdistan ji sala 1946’an ve hatîye pesend kirin. Her wiha ev şekil û şemala alaya Kurdistanê ji alîyê dewleta federal a Başurê Kurdistanê va jî, hatiye qebul kirin.

Eşkere ye ku remza Kurdistanê a netewî, alaya Kurdistanê ye û ew bi qet şêweyek nayê guhertin. Alaya Kurdistanê yek e û hemû Kurdan temsil dike. Kes û derdorên ku vê alayê nas nekin ew xiyanetê bi welat û ax û çand û dîrok û ziman û xasyetên miletê Kurdistanê ra dikin. Kurdên xwedî şeref xwedî hestên netewî û azadîxwaz, Kurdên xêrxwaz şanazî û kubarî bi Ala Kurdistanê dikin.

Weşhalin ku îro Ala rengîn bi azadî li asîmanê Başûrê Kurdistanê bi serbilindî hatîye çikandin. Başûrê Kurdistanê navçeyek azadkirî û navçeyek biserxwe û beramber bi civaka navnetewî a Cîhanê navçeyek rewa ye. Bêgûman ev statûya başûr xewna sazûmana xêrnexwaz û dijraberên Kurd direvîne. Lewra ye ku îro dij û neyarên Kurd mil bi mil çeverêyê hilweşandina azadîya başûrê Kurdistanê ne. Ji niha va dewletê dagirker bi yekdeng û hevaheng xulam û noker û xizmetkarên xwe yên destbixwin ajotine qada têkbirina herêma azad a Başûrê Kurdistanê. Çete û hêzên terorîst li Başûrê Kurdistanê wek handerên provakator li herêma Kurdistanê di amadekarîya kiryarên xirab de ne. Lê, çare nîne ew ê bi mexsed û miraza dilê xwe şa nebin. Ev xirapkar û xizmetkarên bikirê girtî nema dikarin ala Kurdistanê ji birc û kelehên Kurdistanê bînin xwarê.

Her Kurdeî welatperwer û bişeref, bi her hal parêzgerê ala Kurdisttanê ye.

Her bijî ala rengîn. Hemû Kurdên welathiz bi te kûbar û serbilindin. 17.12.2020

Latif EPÖZDEMİR

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR
Print