|
Piştgirên HAK-PAR-yên li Ewropayê li ser tora înternetê civînek pêkanîn |
2021-02-14 20:34 |
|
Piştgirên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR-yên li Ewropayê li ser tora înternetê civînek pêkanîn Îro li ser tora înternetê civîneke alîkarên HAK-PARê yên welatên Ewropayê pêkhat. Serokê giştî Letîf Epozdemir û hin rêvebirên patiyê jî beşdar bûn.
Ji Danîmarka, Swêd, Fransa, Almanya 37 welatparêzên kurd yên bersiyar civîyan û li ser rewşa siyasî û li ser erk û xebatên partiyê li derveyî welat niqaş kirin, Di vî warî de daxwaz û pêşniyazên xwe anîn ziman. Van kadroyên çalak û berpirsiyar civîneke bi kêrhatî kirin. Biryarên hevkarîya kurdên dîasporayê; pêwîstiya livîn û tevgera kurdên Ewropayê dan xuyakirin. Wan dan xuyakirin ku kurdên welatparêz nikarin bê bêdeng bin û ne bêdeng in.. Wan gotin ku berxwedaneke neteweyî heye û divê berdewam bike. Van HAK-PARî yan tekez kirin ku bêdengî û bê helwestî rizîn û pûçbûn e. Li ser realîteya heyî gelek dîtin û pêşniyazên kêrhatî hatin pêşniyazkirin. |
|
|
|