2021-03-06
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: ZIMAN PARÊZGERÊ HEBÛNÊ YE
2021-02-20 18:51


Bi zimanê dayîka xwe ve jîyan, mafê siruştî yê her mirovî ye.

Di roja 17’ê meha ҫirîya paşîn a sala 1999an da, roja 21’ê Sibatê ji alîyê UNESCO yê va wek “Roja zimanê dayîkê” hatîye pejirandinê.

Navê vê rojê a rastî “Tevgera Roja Zimanê Dayîk” e. Ev roja, ango 21 Sibatê, salvegera roja xwendekarên Zankoya Bengaldeşî ye. Wê rojê gelek xwendevan ji alîyê polêsên dagirkerên Bengaldeşê va hatine kuştinê. Lê belê wa roja di qada navnetewî da wek roja “Zimanê Dayîkê” hate destnîşankirinê.

Ziman, xêncî wêne, peyker û pandomîmê, eywendîyên mirovan yên wek daxwazî, bîr û bawerîyan pêktîne.

Mafê her zarokekîye, ku zimanê xwe fêr bibe. Ji vî mafê siruştî bêpar mayîn, li zarokan an jî li mirovan neheqî yek mezin e, nijadperestîye.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, dibêjin ku:

Divê Tirkîya peyman û yasayên ku navdewletîne cî bi cî bîne. Nexwe Tirkîyayê hinek ji wan peymanana jî îmza kirîye, hinek xalên di nava wan da jî, red kirîye, îmza nekirîye. Lê divê Tirkîya peymanan wek nivîsandî bipejirîne. Her wisan yasayên xwe yên din jî, gor wan peyman û yasayên navnetewî bi erêni serrast bike, xalên neyînî jî, ji ortê rake.

Em carek din bangî hukumeta desthilat dikin:

Mafên zarokên Kurdan gor yasayên navnetewî cî bi cî werînin.

Em jî dixwazin, ku bi azadî, êş û eşqa dilê xwe bi zimanê xwe va bînine ser zimên. Ev devlemendiya miletê me ye!

Zimanê dayîkê ji bo her mirovî piroz û şirîn e!

Zimanê min kesayetîya min e! Kesayetîya zarokên min ji destên wan mestîne!

Mafê her zarokekê heye, ku zimanê dayîka xwe fêr bibe!

Sultan SEZER SÖYLEMEZ
Cigirê Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Print