2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
PKK-Ê CAREK DIN DI DERHEQÊ İBRAHİM GÜÇLÜ DE BIRYARA KUŞTINÊ DAYE…
2021-04-02 19:23


Siyasetmedar, nivîskar û parêzerê welaparêz İbrahim Güçlü îro li Amedê di civîneke çapemenîyê de ragêhand ku PKK dîsa kuştina wî û gelek kesayetiyên kurd kiriye armanc. Çapemeniya kurdî û nûnerên partiyên siyasî di civînê de amade bûn. Kanalên Televîzyonên kurdî axaftina Güçlü zindî weşandin. Em metnê axaftina wî li vir pêkêşî xwendevanên xwe dikin:

PKK-Ê CAREK DIN DI DERHEQÊ MIN DE BIRYARA KUŞTINÊ DAYE…

PKKê roja ku ji aliyê dewletê ve li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û kurdperweran û gelê me û Rêxistinên Kuristanê wek rêxistineke operasyonê ava bû (1975-76), bû tehdîteke mezin li Kurdistanê.

PKKê wek grubekê (UKO, Kürdistan Devrimcileri, Apocî) di destpêkê de, li hemberî kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê û berpirsiyarên Kurdistanê bû tehdîteke mezin. Ew tehdîta bi kûştina kurdperweran, berpirsiyar û serokê rêxistin û partiyên Kurdistanê jî xist jîyanê.

Li wir jî nesekinî, li gelek bajarên Kurdistanê (Sîwereg, Hîlvan. Nûseybîn û gelek deverên din yên Kurdistanê) di sala 1978-79-80yî de bi awayekî kîtlewî kurd kûştin û dan kûştin.

Ew xeterîya PKKê bes li Bakûrê Kurdistanê ne, li hemû beşên Kurdistanê, li Ewrûpayê û li hemû welatên kurd lê dijîn belav bû. Di vê qonaxê de jî didome.

Encama ev siyaseta PKK-ê bi hezaran kurdperwer, pêşmerge, berpirsiyar û endamên partî û rêxistinên Kurdistanê şehîd bûn.

( I )

PKKê di derbarê kurdperweran, serok û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê de biryara kûştinê wergirt.

PKKê di derheqê min de jî çend caran biryara kûştinê da. Cara yekemîn, vekirî di sala 1989an de biryara kûştina min û Kemal Bûrkay da. Ev biryara xwe jî dema ku Konferansa Nevneteweyî ya Kurd ya li Parîsê ji alîyê Enstutîya Kurd de hatibû li darxistindom dikir,bi belavokekê diyar kir. Ev biryara bû sedem ku li Ewrûpayê kurd terorîze bibin. Kurd ji bona ku xwe ji PKKê biparêzin bûn xwediyê çek.

Piştî ku PKKê biryara mirina min/me da, me li hemberî PKKê qempanyeke siyasî û fikrî meşand. PKKê bi bandor û bi mixalefeta raya giştî ya kurd û siyasetvanên Kurdistanê nikarî biryara xwe bixe jiyanê.

Biryara duyemîn: di sala 2006an de, dema ku ez berdevkê Komela Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOM) bûm, hat girtin. Wer tê zanîn ku wê demê PKKê lîsteke gelek fireh û qelebelix îlan kir. Di wê lîsteyê de biryara kûştina Min, Kemal Burkay, Umîd Firat, Mehmed Ûzûn, Orhan Mîroğlu û gelek rewşenbîr û siyasetvanên din yên Kurdistanê dabû.

Wek tê zanîn gelek rewşenbîran xwe paşve kişandin, lê min li hemberî PKKê têkoşîna fikrî û siyasî meşand. Li Meydana Diyarbekîrê, dema gotibûn ku emê tupên doğal gazê bi îbrahîm GUÇLU ve girê bidin û li pira deh derî biteqînin jî, min paşve gav neavêt.

( II )

Diyar e ku gor agahdarîyên li cem min in, ku ev agahdarîya fermî ye, PKKê careke din di derheqê min de biryara kûştinê daye.

Ew jî tê wateya ku PKKê, cara sêyemîn e ku di derheqê min de biryara kûştinê dide.

Gor agahdarîya fermî:

Li Enqereyê, ji bona PKKê operasyonek pêk hatîye. Di wê operasyonê de kesên hatine girtin, di lêpirsînê de axivîne û di hemandem de, belgeyek destnivîs jî li cem wan hatîye girtin.

Gor agahdarîyê dîyar e ku PKKê piştî qampanyaya me ya di derbarê kiryarên PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê meşand, hatîye girtin. Wek tê zanîn û di çapemenîya Başûrê Kurdistanê de jî gelek bi firehî cîh girt,em çûn Dewleta Federe ya Kurdistanê.Me wek heyetekê, li ser navê 400 rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqzane, aqedemîsyen, karmend, nivîskar û hunermendên kurd yên li hemû dinyayê bi Meclîs û Hikûmeta Kurdistyanê û Serokatîya Kurdistanê ve danûstandin kir. Diyar e ku vê yeka, di PKKê de hejandin çêkiriye, ku biryara kûştina min daye..

Gor agehdarîyê: Kesê min bikûje hatîye diyar kirin. Kesê min bişopîne û keşif bike jî hatîye tespît kirin.

Emnîyeta dewletê, ew kesan tespît kirine, lê ew kesan nehatine girtin.

( III )

Ez ji zaroktîya xwe de, di nav tevgera şoreşger, kurdperwer ya Kurdistanê de me. Min di jîyana xwe ya siyasî de,her dem di tevgera Kurdistanê û rêxistin û Partîyên Kurdistanê de, berpirsiyarîyên di sewîya bilind de girtin ser milê xwe. Di 56sal xebata min ya Doza Azadî û Serxewebûna Kurdistanê de,min pozê însanekî û kurdekî xwîn nekir. Tu wext kûştina kurdekî û însanekî nefikirîm.

Lê min xwe her dem di têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê de, wek qûrbanekî dozê dît. Loma jî min her dem felsefeya ku bila kes neyê kûştin, ez bêm kûştin parastîye. Lê ez baş dizanim û ceribandina Kurdistanê dîyar dike ku beşek însan, dezgeh, partî, bikûştinê serkeftinê dixwazin.

Nûha ev biryara PKKê di derheqê min de wergirtiye jî dixwazim kudi vîjdana gelê me de bê mehkûm kirin. Pêşiya xirabiyê bê girtin.

Ez bi dirûstîya xwe, vekirîbûn, şefafbûn, demokratîkbûna xwe bawer im. Bi van hêjayîyan, ez dixwazim pêşîya xirabîyan bigrim, dixwazimdawîya van xirabîyan bînim.

Lê heger pêşî negrim jî, mirin li ser saran û li ser çavên min.

Ji alîyê din ve, dema ez têkoşîna Neteweyî ya Kurdistanê ji çav derbas dikim, min zêde jî jîyan kirîye. Lewra gelek hevrêyên min/me jiyana xwe li sînoran, li hepisan, li zanîngehan di nav têkoşîna pîroz de dan.

( IV )

PKK bi deh salan e ku xirabîyên mezin dike. Bes di nav xwe de, bi hezaran endam û berpirsîyarên xwe înfaz kir û kûşt.

Ciwanên kurd û însanên dilsoz ku ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê beşdarî PKKê bûne, divê êdî pêşîya van xirabîyan bigrin.

Em dizanin ku PKKê çend roj berê dîsa, li Dewleta Federe ya Kurdistanê pêşmergeyek kûşt.

Di van rojên dawî de çend Êzîdîyan êşkence kir.

Li Şengalê bi Haşdî Şabî re di nav tîfaqekê de ye. Gelek dever û gundên Kurdistanê dagîr kirîye. Ji gundîyan bac digre. Nahêle ku gundiyên Kurdistanê li gundên xwe çandinîyê bikin. Zarokên gundîyên Başûrê Kurdistanê direvîne, dikûje û dide kûştin..

Heger xirabiyên PKKê, bi tevayî binivîsînim; bi hezaran rûpelan dadigre.

( V )

Ez dibêjim ku bila welatê me Kurdistan û neteweya me kurd her bijî.

Kurdistan û neteweya me, ji xeterîyan xelas bibe. Azad û serbixwe bibin.

Jiyana me mûwaqet e. Loma tirsa min ji mirin û kûştinê tune ye.

PKKê wek hêzeke otorîter û faşîst dixwaze ku tirsê dinav gelê me û rewşenbîran de firehtir bike ku ew dengên xwe bibirin. Heta nûha jî di ev siyaseta xwe serkeftî bû.

Divê kurdperwer û xebatkarên Doza Kurd û Kurdistanê û demokrasî û mirovatî û maf-azadîyan îzin nedin vê yekê.

Tirs û paşve gav avêtin ji bona me mirine.

Divê em bi destê xwe xwe nekûjin.

Bawerîya xwe bi xwe, bi fikrên xwe yên rohnî, bi Kurd û Kurdistanê, bi neteweya me bînin.

Rohnî û dirustî û vekirîbûn û şefafî dê zora tarîtîyê bibe.

Ew hêza/hêzên dixwaze min/me bikûjin, hêzên tarî ne û di tarîtîyê de dijîn. Gunehê min bi wan tê û dilê min bi wan dişewite. Hêvîdar im ku ew ji tarîtîyê derkevin roniyê!

Diyarbekîr,02. 04. 2021

Print