|
Peyama sersaxiyê ji Komîta Kordînasyona dervayî welêt a HAK-PARê |
2021-05-27 15:24 |
|
Sersaxî Me rêhevalê xwe Ihsan Durak winda kir. Hemû hevalbend û alîgirên HAK-PARê û em rêhevalên Ihsan Durak yên li derveyî welêt di nav xemgînîyeke mezin de ne. Ew kadroyekî kevn, bi tecrube û xwedîyê bîr û baweriyeke bi îstîkrar bû. Wî heps û zîndan û salên çetin derbaskiribû. Lê heta roja mirinê ji baweriya xwe û hêviya xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê tu wextê winda nekir. Bi xebateke bi sebir û bi hêvî berxweda. Kek İhsan têkoşer û azadîxwezekî Kurdistana xwe bû. Heta roja xwe ya dawiyê jî bi hêvî bû. Hêviya wî ya me ye û dom dike. Navê wî dê di xebat û têkoşîna me de her bijî.
Bi wefata wî gelê Kurd ewladekî xwe yê mêrxas û bêwestan winda kir. Bila serê gelê Kurd û malbata wî sax be.
Komîta Kordînasyona dervayî welêt a HAK-PARê. 25 Gulan 2021 |
|
|
|