2021-09-23
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
CEJNA QÛRBANÊ PÎROZ BE
2021-07-20 22:08


Cejin ji bona bawermendan rojên manedar in. Piranîya miletê Kurd jî li ser ola îslamê jîyana xwe a bawermendîyê dimeşîne. Miletê Kurd ji alîyê çar dewletên ku kaşo ji xwe re dibêjin "misliman” ve hatîye dorpêç kirin. Sazumana dijraber a maf û berjewendîyên miletê Kurd guh nade birayetîya olî.

Îro li herêma rojhilata naverast tenya miletê Kurd e ku li ser esil û astarê islamîyeta xwerû jîyana xwe a bawermendî dimeşîne.

Dewletên ku welatê Kurdan di bin hikmê xwe de bi darê zorê idare dikin her tim bi gef û lefzan, dema pirsa Kurd ango pirsa çareserkirina Kurd tê holê hemu bi hev re dibêjin "em birayên olî ne” Lê ew bi xwe li gor birayetîya olî tevnagerin. Ji bo ku miletê Kurd negêje wekheviya maf û berjewendîyên xwe digel miletên hawîr, çi ji dest tê bikar tînin.

Miletê Kurd jî div ê serdema nû de,dixwaze di welatê xwe de bi serbilndî azad bijî. Miletê Kurd dixwaze bi cinarên xwe re aşt û wekhev bijî. Ji zilm û zordarîya dewletên serdest rizgar bibe. Miletê Kurd dixwaze bi cînarên xwe re li ser binyatek hevbeş a wekhevîya berjewendîyên netewî û mirovî, bi cinarên xwe re, aşt û dost bijî.

Bi hêvîya ku miletê Kurd di cejnên ayende de azad, serbixwe û serbilind,di welatê xwe de bi dilşahî cejnên xwe pîroz bike, ez cejna hemu Kurdên misliman pîroz dikim, jîyaneke bextewer û serfiraz ji bo hemu Kurdistanîyan daxwaz dikim.

Cejna Qûrbanê li hemû Kurdên bawermend pîroz be.
20.07.2021

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê

Print