2021-10-23
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HÛNERMENDÊ KURD YILMAZ GUNEY 37 SAL BERÊ JÎYANA XWE Jİ DEST DA
2021-09-11 13:15


Hûnermend, derhêner, filimsaz û artistê Kurd Yılmaz Güney berîya 37 salan, roja 9’ê Îlona sala 1984’an, li xerîbîyê, li Fransayê çu ber dilovanîya xwe. Bi navê xweyê eslî Yılmaz Pütün li gelek cîyê cîhanê baş tê naskirin. Her wisan ku îro jî, li Tirkîyê hemu kes wî baş nas dike û “sinema û şanoya Turk” pê şanazî dike. Lê di eslê xwe de ew ne Turk jî bu. Mixabin ku niha jî, gelek kes pênasa Yilmaz Güney inkar dikin û wî “Turk” hesab dikin.

Yılmaz Kurdekî ji bajarê Sêwerega Rûhayê ye. Binemala Yılmaz Kurdên Zaza ne. Ew di wextê xwe de ji Sêweregê koçebar bune û hatine bajarê Edenê bicî bune. Yılmaz roja 1’ê Gûlana sala 1937 an li Bajarê Edenê, li qeza Yenice hatîye dinyayê.

Yılmaz, li Zankoya Ankara Hiqûq û li zankoya Stenbolê jî İqtîsat (Ekonomî) xwendîye. Dema ku li Stenbolê xwendekar bu mecal peyda kir ku bi derhênerê navdar yê Turk Atıf Yılmaz re hev nas bikin. Piştî hevnasîna wan, Yılmaz Güney gavek avête qada sînemayê û dest bi filimsazîyê kir. Di demek kin de Yılmaz bu leyîzbazek berçav.

Güney, mixabin ku di 9 îlona sala 1984an de, di 47 saliya emrê xwe de çû ber dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û nivîskarîya senaryoyên filîman jî dikir.

Yılmaz Güney, di jiyana xwe ya hûnerê de gelek berhemên giranbûha li dû xwe hişt. Fîlmê Yılmaz Güney ê bi navê Yol/Rê jî, yek ji van berhema ye. Yol/Rê, di sala 1982 an de, bi fîlma Wenda ya rejîsorê Yunanî Kosta Gavras re, xelata Palmiya Zêr, parve kiribû.

Di Gûlana sala 1971 an de, di gel hezaran ronakbîr û pêşverûyên welat, Yılmaz jî hate radest kirin. Vê carê Yılmaz Güney, sedem kêmanîya delîlan, nehate girtin. Lê, hate nefî kirin (sirgûnkirin) û sê meha bere wî dane bajarê Nevlehirê. Her wiha Yılmaz divê deme de jî, ji şopandin (taqibat)a polis necat nebu.

Sala 1977’an, bi şika arîkarî kirina rêxistina bi navê THKP-C"yê, (Bereya-Partiya Rizgarîya Gel a Turkîyê ) 2 sal ceza xwar û di van du salan de li girtîgehên wekî Selimiye, Bayrampaşa û Toptaşı da ceza kêşand. Kitêbên wî yên bi navê Salpa, Hücre û Sanık berhemên vê demêne. Yılmaz Güney, hetanî sala 1981 an, li ser hev 12 salan ma di zindanê de. Ev diwazde sal di pazdeh girtigehan de kuta bu.

Yılmaz axîrîn filme xwe Dîwar, li derva li Frense kêşandîye. Sed heyf û mixabin ku Yılmaz, 9 ê İlona sala 1984 an nekarî li himber penceşêra xaîn zêdetir li berxwe bide. Lewra di 47 salîya emre xwe de koça dawî kir û çu ber dilovanîya xwe. Qebra wi li teniş Dr.Qasimlo û Ahmed Kaya ye ku ew hersê mêrxasên Kurd li goristanek Frense wek sê destebirayan li tenişt hev razahîne.

Yılmaz piştî ku li Fransayê ciwar bu bi yekcarî vegerîya ser babet û mijarê Kurdî. Dixwest ku birîn û azarên Kurda bi rêya hunera xwe bi dınyayayê bide nasîn.

Yılmaz li Frense, bi gelek lêkolîner û rayedar û ramyar û sazumankarên kurd re dostanîyek baş dani. Kendal Nezan û Reşo Zilan û Doktor Qasimlo, ji wan kesan bun ku hevnasên Yılmaz bun.

Di meha sibat a sala 1984 de, Yılmaz Güney di gel Necmeddin Kerim, Kamuran Bedirxan, Kendal Nezan, İsmet Şerif Vanli, Nuredin Zaza, Hejar, Cegerxwin û Tewfiq Wehbi, dest bi xebata damezrandina Enstûtîya Kurdî kirin.

Yılmaz di gel rewşenbîr û şoreşgerên hemu beşê Kurdistanê dostanîyek baş peyda kiribu. Sedem vê yekê haya wî ji hemu buyerên beşên Kurdistanê hebu. Wi baş dizanîya ku Kurdistan berê yek bu û niha bêriza buye çar perçe. Lewra miletê Kurd li dinyayê jiyanek bindest û reben derbas dike.

Dostên siyasetmedarên Kurdistanî terefdarê Federasyon yan jî Xweserî (otonomi) yê bûn. Ew wekî piranîya wan merheze nedikir. Lewra Yilmaz raya xwe derheqê dehatuya gelê Kurd de gelek bi eşkerehî wiha dianîya ziman:

“Ew Kurdistana ku min divê, Kurdistanek serbixwe û hevgirtîye.”

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, di 37.min salvegera Yılmaz de, wî bi rêz yad dikin. 10.09.2021

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê
Print