2021-10-23
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
ŞERMEZARÎ
2021-09-17 18:47


PKK li Başûrê Kurdistanê du pêşmergeyên din jî, şehîd kir. Ev kiryayara qirêj û xaîn di demeke manîdar de pêk hat. Di heman demî de dewleta dagirker a Îranê jî, li wî navçeyî bi rojane ku topbaran û gûlebaran dike. Dewleta Îranê bi çekên giran êrîş dike, PKK ji bi eşkerehî bê sûc û bê sebeb pêşmergeyên Kurdistanê şehîd dike. Bi kemîn û bombeyên jêrzemînî dafikan li ser rêya pêşmergeyan çêdike.

Dîyare ev herduk alî hevkar û hevarmancê hev in. Herduk alî jî, nexêrxwaz in. Herduk alî jî, dixwazin desthilata rewa a Kurdistana başûr têk bibin û hilweşînin.

Li beyarêke derdora bajarê Akrê, di çalakîyeke terorîstî de, di encama teqandina kemîneke ne dîyar, mixabin ku du pêşmerge hatin şehîd kirin û du pêşmerge jî brindar bun.

Em pir xemgîn û xembarin.

Bila bimre ixanet û dijminayetîya hêzên dagîrker û terorîst.

Em li ser navê Partîya Maf û Azadîyan dewleta dagîrker a Îranê û her wiha hêza bikirêgirtî û nexêrxwaz PKK’ê bi tûndî şermezar dikin.

Bila serê hikûmeta federal a başûrê Kurdistanê sax bî.

Bila serê malbata pêşmergeyên şehîd û hezkirî û heval û hevkar û pêşmergeyên Kurdistanê sax bî.

Bila serê miletê Kurd sax bî.

Em bi tûndî rêveberên PKK ê û dewleta zordar û dagîrker a Îranê şermezar dikin.16.09.2021

NÎVSÎNGEHA ÇAPEMENÎ Û RAGEYANDÎNÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR’ê
Print