|
Salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başur tê pîrozkirin |
2021-09-24 21:28 |
|
Îsal çaremîn salvegera Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê ye. Gelê Kurd li welat û li derveyî welat bi şahî pêşwazî li salvegerê dike û bi awayên cuda wê roja dîrokî pîroz dike.
Wek tê zanîn çar sal berê, yanî di sala 2017’a de, bi biryareke mişterek ya hêzên kurdîstanî yên başûrê Kurdistanê, di bin rêveberiya Serok Mesud Barzanî de, referandûma serxebûna Kurdistanê çêbûbû. Di dengdana Referandûmê da % 93 kurdan piştevanî li referandûmê kiribûn. Ev roj weke rojeke dîrokî ya giring di dîroka Kurdistanê de cih girt.
Em di salvegera çaremîn de, careke din silavê li vê roja dîrokî dikin.
Bila li gelê me û welatê me pîroz be!
Dengê Kurdistan
|
|
|
|