2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR SERDANA WEZARETA REWŞENBÎRÎ Û CIWANAN KIR
2022-01-07 19:24


Şanda Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR roja pênçşemê, bi seroktiya Serokê Giştî Letîf Epozdemîr serdana Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan kir. Şanda HAK-PAR’ê, digel serokê HAK-PAR’ê, Zana Sezen (Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Paşa Akdoxan (Cîgirê Serokê Giştî), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kuş (serokê şaxa Bursa), û Ebdullah Oflas (Endamê ofîsa Hewlêr) pêk hatibu.

Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan Dr. Salar Osman pêşwaziya şandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xurtkirina têkiliyan hate kirin.

Serokê Giştî Latîf Epozdemîr jî, agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir û got: “Lazime Kurd her tim dinav dîyalogê de bin û pêwendîyên xurt û zinde bigrin. Lewra serketin yan binketina her tevger û rudaneke rêxistin û dem û dezgeyên Kurdistanê li ser hemu Kurdên cîhanê tesir dike.”

Latîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala rewşa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, “HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîşaneke neteweyî de kom bike. Kurd lazime dengê xwe bidin partîya xwe.”

Şanda HAK-PARê tabloyeke ressam Gökhan Aslan da brikarê wezirê Rewşenbîrî Dr. Salar Osman.

Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan Dr. Salar Osman ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR re xwest.

Serdana şanda Partiya Maf û Azadiyan bi xatirxwestinê bi dawî hat.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Print