2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA OFÎSA SIYASÎ YA PDKYÊ KIR
2022-01-10 19:52


Îro roja Yekşemê, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Giştî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Paşa Akdoxan (Cîgirê Serokê Giştî), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kuş (Endam), Ebdullah Oflas (Endam) û Mihemed Oflas (Endam) serdana Ofîsa Siyasî ya PDKyê kir.

Ser navê Ofîsa Siyasî ya PDKyê, Fazil Mîranî (Sekreterê Ofîsa Siyasî ya PDK), Azad Berwarî (Endamê Ofîsa Siyasî), Rêbwar Yelda (Endamê Ofîsa Siyasî), Elî Hisên (Endamê Serkirdayetiyê), Arif Ruşdî (Şêwirmendê Ofîsa Siyasî), Ehmed Mayî (Ragihandina PDKê) û Nizar Botanî (Berpirsê Pêwendiyên PDKê) pêşwaziya şandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kirin.

Serokê Giştî Letîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da.

Letîf Epozdemîr cext li ser parastin û xwedî lê derketina statuya Herêma Kurdistanê kir.

Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala astengiyên navxweyî, rewşa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, mixabin Kurdan heta niha dengên xwe nedane xwe. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîşaneke neteweyî de kom bike, ji bo vê yekê jî di nav xwe birêxistinkirineke berfireh de ye.

Fazil Mîranî ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi germî û kêfxweşî bi dawî hat.

NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN/ HAK-PAR

Print