2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: “KOMARA KURDİSTANÊ, Dİ DÎROKA KURDAN DE SİKANEK E”
2022-01-22 16:57


Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 76 sal derbas bû..Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke.Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî,di maweyê vî yazde heyvî de,gelek nirx û hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro û heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin.Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giring e.

Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê de ,gelek gavên giring hatin avêtin.Operayek netewî bi navê “Daykî Niştiman” hate çêkirin,di warê çapemenî û weşangerîyê de jî, gelek cehdên giring encam dan.Zimanê Kurdî bu zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê.Şagirtên dibistanan geyiştin zimanê xwe û bi Kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.

Damezrêner û avakar û pêşengê Komarê “Komeli Jiyannewey Kurd” JÊKAF bu. JÊKAF piştî demeke kin xwe veguhast û bu partî.Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,( PDKÎ:HDKÊ) rênîşander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bu. Bêguman di wê demê de xebat û çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin.

Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partya demokrata Kurdistana Îranê ye jî.Serokê Komarê pêşewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu.

Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi piştevanîya Ertêşa Sor a Sovyetan hate damezrandin û pir mixabe ku dîsan bi destkêşana heman ertêş ber bi hilweşanê ve çû.Sovyetan heyf û mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê û piştgirîya Komara Kurdistanê bidawî anîn.

Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mıhemmed heta axîrîn nefesa xwe, ji bo jîyandina Komara Kurdistanê liber xwe da,lê rejima dirinde a Îranê,piştî vekêşana Ertêşa Sor, hêriş bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir.Serokê Komarê,Qadî Mıhemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an şehîd ket.

Komara Kurdistanê a Mahabadê,yekem car leşkerek nîzamî ji bo xwe danî û ji bo leşkerên Kurd navê “Pêşmerge” lê hat danîn.Pêşmerge ew kese ku pêş hemu kesî diçe mirinê.Yanî parêzgerê gel û welat e pêşmerge.

Komara Kurdistanê, sîrûda netewî a” Ey Reqîb” wek merşa Kurdî qebul kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin.

Her wiha “Roja Ala Kurdan” di vê demê de hate kivşekirin û ala rengîn hate eşkere kirin.

Bi avakirina Komara Kurdistanê re,cara yekem bu ku bi navê “Peymana Sê Sînûr” çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistin ku her yek ji wan, ji beşekê Kurdistanê bun,di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin û jêre bune arîkar.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin.

Di 76.min salîya vê Komara netewî de,divê gelê Kurd wan rojan yad bike,û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.

Komara Kurdistanê a Mihabadê ,rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.

Komara Kurdistanê di dîroka Kurdan de sikanek e.

Rûhşad bin Qadî Mıhemmed û hevalên xwe.

Berxwedana Qadî Mihemed,bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.

22.01.2022

NİNSİNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR



Print