2022-07-04
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Profesor Zera Ûsif koça dawî kir
2022-02-04 14:38


Lêkolînera navdar Prof. Zera Ûsif (Zera Elî Yûsûpova) roja sisê sibatê 2022an de çû dilovaniya xwe.

Prof. Zera Ûsif di 16ê çileya pêşîn a sala 1934an de li bajarê Tiblîsê di nav malbateke kurd-êzdî da ji dayîk bûye.

Wê piştî xwendina xwe ya seretayî, di sala 1953an de dibistana navîn li bajarê Tibilîsîyê bi serkeftineke bilind xilas kiriye.

Keça kurd Zera Ûsif di sala 1958an Fakulteya Rohilatzanîyê ya Zanîngeha Lênîngradê ya Dewletê (beşê zimanzanîya Îranî) temam kir. Wê di nav lêkolîner û zanyarên eyan yên rohilatzan de cihê xwe girt û bala xwe da ser zimanê kurdî û zaravayên wê. Wê li cem prof. Qanatê Kurdo û zanyarên rohilatnas yên ûris û ermenî xebatên xwe yên zanistî pêşda bir.

Zera Ûsif profêsora Beşa Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê, mamostaya zimanê kurdî bû. Wê serwêriya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî û Beşa Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê kirîye.

Ewê zêdeyî 70 berhemên zanyarî dane çapkirin ku di nav wan da lêkolînên wê yên sereke wek: Zaravên zimanê kurdî yên kêm lêkolînkirî (li gor çavkanîyên nivîskî û tekstên folklorê) û çapkirina klasîkên wêjeyî ne.

Print