|
Zarokan di şahiya Newrozê de helbest xwendin |
2022-03-20 21:54 |
|

Memo Dîcle
STOKHOLM-Îro zarokan li Kitêbxana Kurdî ya Stokholmê NEWROZ bi xwendina helbestan û bi govendan pîroz kirin. Hunermendê Kurd-Swêdî ê film û şanoyê ê naskirî Özz Nujen beşdarî şahiya Newrozê bû û rengekî xweş da şahiya zarokan.
Mamosteyê zimanê kurdî Haluk Agrîn dibêje ’’Me du mamosteyan bi hevkariya Kitêbxana Kurdî ya li Stokholmê, îsal ji bo pîrozkirina Newrozê şahiyek bi xwendina helbestan amadekir. Ev çalakiyeke cuda û xweş bû. Dê û bav, û zarok jî bi vê çalakiyê gelek kêfxweş bûn.
Di rojên pêşda em ê vîdeoya xwendina helbestan li ser Youtubê biweşînin. Ez hêvîdar im ev cure pîrozkirin hersal bê kirin û bibe kevneşopî. Û bibe nimûne ji bo hemû kurdên Dîasporayê, ji ber ku zimanê me, hunera me jî wek Newrozê beşên girîng ên çanda me ne. Ew hevdu rind temam dikin’’
Çend helbest ji nav helbestên ku zarokan îro di Newrozê de xwendin:
KURDISTAN
Hezar, hezar sal û zeman Hat dabirîn, çîyayên me man Hezar, hezar av û tofan Kişyan û çûn, kanîyên me man.
Hezar, hezar qebîl û ber Ser axa me saz kirin şer Weke berfa sîngê Sîpan Helyan, dîsa çîyayên me man.
Hezar, hezar car par kirin, Hezar, hezar nav lêkirin, Tofanê şûşt dîsa birin, Dîsa navên qedîm ser man.
Hezar, hezar sedsal herin, Merd û nemerd ser bigerin, Te bernadin em ji destan, Welatê me xweş Kurdistan
(Rizalîyê Reşîd)
***
ROJBAŞ
Rojbaş dinya! Rojbaş ewrên reş û sipî Dar û ber, gîya, mêş û mûrî Rojbaş roja zer û sîs Gulên rengîn Çûkên dengîn Rojbaş zinarê mezin Toza ber lingê min Gelîyê kûr Çîyayê dûr Ava çirik Gula dirik Ba û baran Rojbaş jîyan!
(Kemal Burkay)
***
DAYIKA MIN
Dayika min gelek şêrîn e, Şêrîn e, şêrîn e, weke şekir, Wek ezmanê şîn e, xweşik e Kengê ez xemgîn dibim, hembêza xwe vedike Ooo! çi nerm e, çi germ e hembêza dayika min! Ez zanim ew ji min pir hez dike Serê min dişo, porê min şe dike Her car dibêje min: rinda min, delala min! Hingê ez jî dibêjim, yadê tu rind î, tu delal î, Tu şêrîn î, tu heval î, Tu zelal î, tu helal î! Ez ji te pir hez dikim yadê!
RENGÊN PAYÎZÊ
Dilopên baranê ketin xwarê gul çilmisîn, reng li wan nema vêsîn yek bi yek, roj bi roje lê tu hîç xeman neke û dil nesoje! Binêre! gulan rengên xwe dane pelên darê pel zer bûne û hin ji wan sor û mor dikevin ber bayê payîzê dibezin, direqisin li hawirdor Dilxweş be, bi kakilê gûzê bi rengê gizêrê, fêkîyên payîzê Rûgeş be bi krîstalên sor, libên hinarê û bi bîhna hemî zadên kevarê Siruştê rengê xwe nû kir Dem hat demsalê xwe gêr kir Roja germ xwe ji me dûr kir Cotkaro zû cot bike Sivorîk tu amade yî? zadê xwe kom bike! Çûkên koçer firîn û çûn germistanê Qijika belek hêlîna xwe rind çêbike bisekine li benda zivistanê!
BARAN
Baran barî, baran barî, Ji ezmanan baran barî Ew hatiye ji ewrên reşe Baran dike xuşe-xuşe
Li ber malan av dikişe Vê baranê em şil kirin Hemû çûkên li ser daran Erdê hişk û mişk û maran Bêhna erdê gelek xweş kir Vê baranê geş kir jîyan Ew pîroz be li gul û gîyan
(Haluk Agrîn)
***
ALA MIN
Ala min sore Wek xwîna dilê mine.
Ala min sipîye, Ew kevoka aştî ye.
Ala min zere, Ew roja Kurdistane.
Ala min keske, Wek mêrg û çîmene.
Ala min tim bilinde, Wek Çiya yê Ararate.
Ala min pir kevne, Ew bersinga Kawa ye.
Halit Balîn (Dilo)
|
|
|
|