2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Başûrê Kurdistanê 5 rojan qurbaniyên Enfalê bi bîr tîne
2022-04-14 11:44


Hewlêr (Rûdaw) - Îro 34 sal di ser karesata Enfalê û komkujiyeke din a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê re derbas dibin û li Monomênta Enfalê ya li navçeya Çemçemalê bi boneya 34mîn salvegera Enfalê merasîmek hat lidarxistin. Wiha hatiye plankirin ku merasîm û çalakiyên ji bo Enfalê heta 5 rojên din berdewam bikin.

Amadekariyên ji bo merasîma îro ya bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê ji şeva bihorî ve û bi pêxistina 34 meşxelên agir li Monomênta Enfalê li navenda qezaya Çemçemlê dest pê kir.

Di hetama 5 rojan de dê çalakiyên corbicor ji bo bîranîna qurbaniyên wê karesatê bên sazkirin.

Habîl Hacî Ehmed, Rêveberê Monomênta Enfalê li Çemçemlê derbarê çalakiyan de ji Rûdawê re ragihand, “Îsal bîranîna Enfalê bi fermî ji îro ve li Monomênta Enfalê birêve diçe, destpêka merasîma bîranînê pêxistina 34 meşxelan bû, îro jî merasima bîranînê ji demjimêr 10:00 sibehî ve destpê dike.”

Habîl Hacî Ehmed diyar kir, bîranîna Enfalê “merasimeke niştimanî” ye û tevahiya xelkê Kurdistanê xwediyê wê ne û destnîşan kir, “ti mêvanek bi fermî bo merasîmê nehatiye vexwandin.”

Bi gotina Rêveberê Monomênta Enfalê, di merasima îro de sê gotar, gotara Qaymeqamê Çemçemalê, Gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gotara kesûkarên Enfalkiriyan tê xwendin.

Herwiha şeş pêşangeh jî di nav Monomênta Enfalê de tên vekirin.

Hikûmeta Beis di jêr navnîşana (Proseyên Enfalê) û bi serperiştiya Seddam Husên, serokê wê demê yê Iraqê, di navbera Sibatê heta Îlona sala 1988an de li ser heşt qonaxan komkujiyek mezin di derheqê gelê Kurd de pêk anî.

Li gorî amaran, 182,000 kes di wê komkujiyê de bûne qurbanî û 5,000 gund hatin şewtiandin, herwiha 20,000,000 ser ajel jî li Başûrê Kurdistanê hatin jinavbirin.



Print