2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şaxê Partiya Maf û Azadiyan ê Amedê cangoriyên Helepçeyê bi bîr anî
2014-03-16 20:02


Şaxê HAK-PARê yê Amedê, bi mebesta salvegera komkujiya Helepçeyê, di 16ê Adarê de, li ber ACZ Plazayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Çalakiya ku ji aliyê şaxê HAK-PARê ya Amedê ve hatibû organîzekirin, bi beşdariya endam, alîgir û nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran pêk hat. Di çalakiyê de pankartên wek “Me Helepçeyê ji bîr nekiriye, Em ê jibîr nekin” û “Ji Bîrkirin Mirine, Em Helepçeyê jibîr nakin” û wêneyên komkujiya Helepçeyê hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Namzeta HAK-PARê ya Şaredariya Mezin a Amedê Sevgî Çelîk Moray ve û ya bi kurdî jî ji aliyê Namzetê HAK-PARê yê Şaredariya Yênîşehîrê Vasif Kahraman ve hate xwendin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseye ku tevlî çalakiyê bûbû, ji ciyê çalakiyê heta avahiya HAK-PARê, bi pankart û wêneyên komkujiya Helepçeyê meşiyan.

Di çarçoveya bîranîna karesata Helepçeyê de li pêşiya avahiya HAK-PARê pankartên bîranînê hatin dalqandin.

Herwiha, anonsên hilbijartinên herêmî yên HAK-PARê îroj hatin guhartin û wê seranserê rojê di kolanên Amedê de strana Şivan Perwer a bi navê Helepçeyê bê lêxistin.



Daxuyaniya Şaxê HAK-PARê yê Amedê wiha ye.

EM Ê HELEPÇEYÊ NEDIN JI BÎR KIRIN

26 al berê li Helepçeyê, li ber çavên cîhanê bi çekên kîmyewî komkujiyek pêkhat. Ev komkujiya ku li perçeyê başûr ê welatê me qewimî, li gor encamên xwe tam jenosîdek e. Di vê jenosîdê de 7000 Kurdistanî yên ji her temenî, ji aliye Sedam û rejîma wî ya xwînrij ve hatin qetilkirin.

Komkujiya Helepçeyê di heman demê de berdewamiya enfalan e û ji wan a herî hovane ye ku li başûrên welatê me, ji aliyê rejîma xwînrij a Baas ve bi salan hatiye domandin. Bi Helepçeyê re Kurdistaniyên ji her çar perçeyan, êşên kûr ên gelek komkujî û qirkirinan di dilên xwe de hîskirin. Li aliye din komkujiya Helepçeyê, wek Hîroşîma û Nagazakiyê dile mirovahiyê şewitand û di dîrokê de wek sûçekî li dij mirovahiyê cihê xwe stend.

Ev çaryek sedsal e gelê Kurdistanê Newroza ku wek cejna neteweyî pîrozdikirin, êdî di himbêza Helepçeyê de, di nav êşa ku li pey xwe hiştiye de pîroz dikin. Helepçeya ku wek xençereke zengarî di dile gelê kurd de çikiyaye, di heman demê de di hişê gelê me de bûye sembola berxwedan û piştevaniya neteweyî. Ligel vê yekê ev xençera zengarî di şexsê gelê kurd de di dilê hemû mirovahiyê de hatiye çikandin.

Îroj azadbûna perçeyê başûr ê welatê me jî nikaribûyê êşên Helepçeyê bide sekinandin. Ligel vê yekê, Sedam di serî de hesabdayîna berbirsiyarên rejîma xwînrij a wî jî têra sekinandina vê êşa kûr nekiriye.

Gelê me ji bo ku ev êş hinek raweste, li benda gavavêtina saziyên navneteweyî û bi taybet jî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye. Ger Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, qetlîama Helepçeyê wek jenosîdekî bipejirîne, wê him êşên gelê me hinek sivik bibin û him jî dê ev sûçê li dij mirovahiyê bê tescilkirin.

Helbet dîroka gelê me bi tenê ji êş û hêstirên çavan pêk nayê. Ew neteweyeke biezm û têkoşer e ku dikare bergidana berdelên bi sedan sal e daye û êşên bi sedan sal e kişandiye, bistîne. Îroj têkoşîna gelê me ya maf û azadiyan li her çar perçeyên Kurdistanê hîn di merhaleyeke pêş de ye. Destkeftiyên li başûrê Kurdistanê û pêvajoya nû ya li rojavayê welatê me mînakên dîrokî ne û nişan didin ku wê pêşeroja me hinek din jî ronî be.

Ew dîroka ku bûye şahide êşên me, di heman demê de şahidiyê li destkeftiyên me jî dike. Gelê me yê ku berevaniyeke çavnetirsî ya dozeke maftar dike, bi wêrekî û ezm pêşeroja xwe ya ronî û azad birêxistin dike, di vê riyê de têdikoşe. Bê şik, destkeftiyên nû yên me di her perçeyekî de bi dest xistiye, bi tenê rûmeta me bilind nake, ligel vê yekê êşên qirkirinê yên wek Helepçeyê ku em rastî wan hatine jî disekinîne.

Divê herkes vê yekê bizanibe ku, gelê kurd, bi bîranîna Helepçeyê, bi pîrozkirina Newrozê, bi rojên şîn û şahiyan re mil bi mil, bi neteweyî ber bi rojên azad ve dimeşe.

16.04.2014

ME HELEPÇEYÊ JI BÎR NEKIR!
EM Ê HELEPÇEYÊ JI BÎR NEKIN!
EM Ê HELEPÇEYÊ NEDIN JI BÎR KIRIN!

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
Serokatiya Bajarê Amedê





Print