2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Pêşengeha pirtûkên kurdî ya dehemîn pêk hat
2014-04-14 16:38


Yusuf Budak

Di roja pençşema 10 ê Nîsanê 2014 an de li bajarê Viennayê bi destê KOMKAR-Avusturya pêşengeha pirtûkên kurdî hat vekirin û sê rojan ji serlêdanê re vekirî ma. Wek tê zanin KOMKAR-Avusturya li Vîennayê hersal pêşengeha pirtûkên kurdî vedike. Ev deh sal e ev çalakiya çandî wek karekî rûtîn tê domandindin. Komkar her car nivîskarên Kurd ên cuda û dostên kurdan vedixwîne. Di sê rojên çalakîyê de KOMKAR bernameyeke çandî ya dewlemend pêşkeş dike.

Pêşangeha pirtûkan di roja 10 an saet 19.00 an de bi helbest xwendina mamoste Ali Deniz ve destpê kir. Ali Deniz helbestên Ehmedê Xanê û Kemal Burkay xwendin. Serdar Yildiz jî bi tembûra xwe fon da helbestan. Dengbêj Serdar Yildiz piştra ji mêhvanan ra bi zimanê kurdî sitran pêşkêş kirin. Mêhvanan û beşdaran bi çepikan dilxweşîya xwe ji Serdar û mamoste Alî ra dan dîyarkirin.

Piştra Evîn Denîz bi zimanê almanî xêrhatina mêhvanan kir û heqê axaftinê da mêhvanan.

Bi navê Pratiya keskan xanim Aygül Berivan Aslas, bi navê Komkar - Avusturya birêz Metin Can, binavê şarederîya herêma 10 an birêz Peter Florianschütz (SPÖ) û bi navê Zanîngeha Viennayê birêz Thomas Schmidinger axaftin kirin. Bi navê Nunertîya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Avusturya jî meseja spasî û serkeftinê hatibû şandin û herweha hatibû dîyarkirin ku birêz Mustafa Ramazan li Kurdistanê bû, ji ber hindê nekanî beşdar be.

Hemûyan, di axaftina xwe de giranî û hêjaya vê çalakiya çandî nîşan dan. Bi teybetî li ser zimanê Kurdî û pirtûkên kurdî sekinîn û KOMKAR pîroz kirin. Daxwezîya hemûyan da derket holê ku, ew bi pêşengeha pirtûkên kurdî va kêf xweş bûne.

Rêvebira bernameyê Evîn Denîz, piştra gazî koma muzîka gruba zarokên elevîyên Vienna (AGW Saz-Gruppe) û koma muzîka Sawda Zeru kir. Wan jî mêhvanan ra bi zimanê kurdî û tirkî sitran pêşkêş kirin. Mêhvanan û beşdaran jî bi dil û can jı wan ra çepik lêdan.

Roja 11 an birêz Kamal Sido bi zimanê Almanî gotarek pêşkêş kir. Sido di axaftinin xwe de li ser parastina pirçandîya Suriyê sikinî.

Piştra” Her çûk bi zimanê xwe dixwîne” hebû.

Bi zaravayê Zazakî Hüseyin Şimşek, Dieter Mutschler û Ona Chiara jî mêhvanan ra sitran pêşkêş kirin û helbest xwendin. Mêhvanan û beşdaran jî bi dil û can wan ra çepik lêdan.

Roja 12 an Grûba mamosteyên Kurd jî hatibû. Ji ber ku di vê pêşengaha pirtûkên kurdî de grûba mamosteyên Kurd jî bername amede kiribûn.

Bernema mamosteyên Kurd:

Mamoste Kenan Demirol li ser pêwîstîya zimanê kurdî axaftina xwe domand û daxwezên xwe ji dê û bavên zarokan ra got.

Mamoste Yusuf, Elif û zarokan bi zaravayî kurmancî helbest xwandin û mamoste Tarik jî bi tembûra xwe fon da xwendina helbestan.

Zarokan bi zaravayê kurmancî helbest xwendin û mamoste Seydo jî alikarîya zarokan kir.

Bi zaravayê Zazakî zarokan peyv xwendin û govend girtin; mamosta Naciye xanim jî alikarîya zarokan kir.

Grûba mamostan, di dawîyê de bestenî (dondurma) dan zarokan.

Dê û bavên zarokan jî bi zarokên xwe va hatibûn û wêneyên zarokan kişandin. Bi rastî rûyê hemûyan dikenîya û ji grûba mamostan ra spas kirin.

Konferensek balkêş a din jî hebû. Di vê Konferensê de birêz Erkan Metin di axaftina xwe de bal kişan ser jiyana Suryanîyan. Di axaftina xwe de wiha got:”Em dizanin ku 25 hezar Suryanî li Tirkiyê dijîn. Piranîya wan navbera kurdan de dijîn. Em dixwazin bi biratî kurdan ra bijîn, lê berî hertiştî divê em bawarîya xwe bi miletê Kurd bînin. Ji me hinek kes Kurdistanê jî naxwazin. “ Beşdaran jî pirsên xwe ji wî pirsîyan û daxwezîyên xwe pêşkêş kirin.

Di roja duwem de filma “Zerê” hat raydan.

Fîlm bi zimanê Ermenî bû û li ser keçik revandinê bû.

Roja 13 an de bi navê ” Helbestên bin balîf “ bernameyeke helbest xwandinê hebû.

Xanim Kiymet Aslan, Derya Can, Cihan Aydin, Erdal Boyoğlu,

Turan Çakmak, Ahmet Dillice û Şemsi Sümbültepe bi kurdî û tirkî helbest xwandin.

Beşdaran jî pirsên xwe ji wan pirsîyan û daxwezîyên xwe pêşkêş kirin.

Konferensek balkêşê din jî li ser helbest û romanên kurdî hebû.

Ji rojava birêz Marwan Othman û ji rojhilat jî birêz Syamand Shex Axayi hebûn. Konferens bi zimanê kurdî bû. Birêz Marwan û Syamand di axaftinên xwe de bal kişandin ser Kurdistana Bakur. Gelo çima li Kurdistana Bakur Kurd piranî tirkî diaxivin? Li ser tîpên erebî û latînî jî dîtin û daxwazin xwe anîn ziman.

Piştra jî li ser pêwîstîya zimanê kurdî sekinîn. Beşdaran jî pirsin xwe ji birêz Marwan û birêz Syamand pirsîyan.

Herweha roja yekşemê şanoya bi navê “Evina Gul û Masî” jî hebû. Bi zimanê kurdî bû. Beşdar bi wan dilşa bûn û ji bo wan çepik lêdan.

Kurdên li Viennayê, di van rojan de hatin serdanîya pêşengeha pirtûkên kudî. Li vê pêşengeha balkêş de pirtûk kirîn û bi nivîskaran dan îmzakirin. KOMKAR-Avusturya jî bi mêhvanan û beşdaran ra kêfxweş bû.










Print