2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
39emîn salvegera damezrandina YNKê hate pîrozkirin
2014-06-05 16:13
Li Hewlêrê, 39emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê-YNKê bi merasîmeke hate pîrozkirin.

Dengê Azad/Hewlêr


Duhî li Hewlêrê, bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê Mesûd Tek, şandeyek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ bi serokatiya Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, şandeyek ji KCKê û aliyên siyasî yê Kurdistanî ve 39emîn salvegera damezrandina YNKê bi merasîmeke hate pîrozkirin.

Di merasîmê de her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih û bi navê partiyên Kurdistanî jî Heme Hecî Mehmûd li ser girîngiya YNKê axaftinek kirin.

Pêwîst e bê gotin; şandeya PSKê di merasîmê de nameya pîrozbahiya Komîteya Navendî a PSKê jî pêşkêş kirin. Nameya Komîteya Navendî a PSKê weha ye;

Bo Mekteba Siyasî ya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan-YNK

Hevalên Tekoşer,


salroja damezrandina Yekîtî Niştîmanî Kurdistan-YNK ku di sala 1975 û dijwartirîn zirûfê de hatiye damezrandin, pîroz dikin.

Yekîtî Niştîmanî Kurdistan-YNK, bi xebat û berxwedan a xwe îspat kiriye ku yek ji hêzên serekiyên Kurdistan a Başûr e û bidestanîna destkeftên netewî di vê beşê Kurdistanê de roleka karîger leyîstiye.

Hevalên hêja,

Em piştrast in ku YNK, ji bo parastin û pêşvebirina destkeftên netewî li Herêma Kurdistanê bibe sergerek û kar û xebatekî serdemane bike.

Carekî din pîrozbahiya xwe pêşkêşî we dikin, serketina we dixwazin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Komîteya Navendî


03.06.2014
Print