|
400 Mamosteyên Kurdî Bawername Wergirtin |
2014-06-22 16:39 |
|
Beşa Ziman Û Zaravayên Zindî Ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê, xwendekarên xwe yên mamostetiya kurdî mezûn kirin. Di merasîma kumavêtinê de dîmenên rengîn çê bûn. Dengbêj Metîn Barlik û hunermenda navdar Gulîstan Perwer jî bi kilam û stranên xwe beşdarî merasîmê bûn.
Beşa Ziman û Zaravayên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê, 400 xwendekarên xwe yên îsal mezûn kirin.
Rektorê Zanîngehê Serdar Bedîî Omay, Alîkarê Rektor Dixtorê Profesor Qedrî Yildirim, Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Türk, Wezîrên Perwerdehî û Rewşenbîriyê yên Herêma Kurdistanê di serî de gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Xwendekar û mamosteyên Kurdolojiyê kêfxweşiya xwe anîn zimên.
Pişt re hemû beşdar derketin ser dikê û xwendekaran kumên xwe avêtin. Dawiya programê de dengbêj Metîn Barlik, Miradî û hunermenda navdar Gulîstan Perwerê bi kilam û stranan guhdar coşandin.
Trt Nûçe
|
|
|
|