2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Burkay: Divê yên serê çîyê bikaribin bi serbesti dakevin, yên der welat vegerin
2014-06-25 17:30


Burkay: Divê yên serê çîyê bikaribin bi serbesti dakevin, yên der welat vegerin; Devlet jî bo vê çi lazim e bike

Dê û bavên ku ev 40 roj e vegera zarokên xwe yên serê çiyê dixwazin û li Amedê çalakiyekê bi rêva dibin, du roj e li Enqerê ne. Duh Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Gul dîtin. İro jî dema nîvro seredana HAK-PARê kirin û Serokê Giştî Kemal Burkay û hevalên wî ra hevdîtinek pêk anîn.

Têlewîzyonên Kurdî Rudav û War, her usa jî ajansên AA û İHA jî di dema wê hevdîtinê da amade bûn.

Burkay berê bi Kurdî, piştra jî Tirkî xêrhatina wan kir, got ew çalakiya ku we pêk anî gelek giranbuha ye û usa berdewam kir:

“Em ta ji destpêka vê çalakiyê virda piştgiriya we dikin. Em helbet zanin xort çima derdikevin serê çiyê û çima canê xwe didin bo doz û dewayekî. Eger mezin pirs û derdên gel bikaribin bi riya siyasetê çareser bikin, şer û pevçûn çênabe. Lê mixabin mezinên vî welati ne karîn pirsan çereser bikin.

“Lê bedêla şer gelek giran bû. Me di 30 salê dawî da 50 hezar can wında kir. 3-4 hezar gundê Kurdan û gelek bajar wêran bûn, bi mîlyonan mirovên me koçber bûn, perîşan bûn. Lê li dawî xuya bû ku bi riya zorê, bi riya şer û şewatê pirs çareser nabin. Li dawiyê herkes giha wê qeneetê ku divê pirs bi riya siyasetê çareser bin. Bona vê yekê çend caran sîleh bêdeng bûn. Va ye nêzî du salen e ku dîsa sîleh bê deng in. Tê gotin ku ev pêvajoya aşitî û çareserî ye. Gor vê pêvajoyê divîya bû PKK bi temamî dev ji sîlehan berde, berê hemû çekdarên xwe bikişîne wî alî sînor û dewlet jî bo ku yên serê çiyê bi temamî dakevin, çi dikeve para xwe bike.



“Lê mixabin ev tişt ne bûn. PKK piraniya çekdarên xwe nekişand wî alî sînor, serda jî zarok û ciwanên teze dibe serê çiyê. Hukumetê jî bo daxistina yên serê çiyê bi serbestî û ji bo çareseriya pirsa Kurd çi dikeve ser milê xwe bi cî ne anî.

“Bona vê yekê ew çalakiya we ya dê û bavê zarok û xortan gelek giranbuha ye. We got “Êdî bes e, em zarokên xwe dixwazin!” Eger hêzên aştîxwaz jî piştgiriya we bikin, vê carê emê bi serkevin, şer êdi bisekine û aşitî bê welat.”

Burkay di dawiya axaftina xwe da usa got: “Em ta ji berê da dixwazin ku sîleh rojkî berê bêdeng bin û piştgiraya pêvajoya aşitî û çareseriyê dikin. PKK-BDP (ku BDP vê dawiyê xwe kire bin banê HDPê) ji xwe bo gelê Kurd tiştekî zêde naxwaze. Li parlamena Tirkiyê 30 endamên wan hene. Nezî sed şaredarî di dest wan da ye. Ango ji bo siyasetê îmkanên wan gelek in û sileh ne hewce ye. Em wek HAK-PAR ji bo gelê Kurd ji wan gelek zêdetir heq dixwazin. Em li ser esasê wekheviyê federasyonê dixwazin. Lê em kar û xebata xwe bi rê olaxên aştixwaz bi rêva dibin. Bu raya me ev baştir e. Bi vî awayî em dikarin dengê xwe baştir bidin bihîstin û ji gelê Tirk jî alîkarî bistinîn bo doza xwe yî rewa.

“Hukumet jî divê bo ku yên serê çiyê bi serbestî dakevin, yên girtî ji hepsê derkevin û yên dervayî welat bikaribin bi serbestî vegerin, çi dikeve ser milê xwe pêk bîne. “

Di dema hevdîtinê da dayikên zarok û xortan jî ji bo hevdîtinê sipas kirin, gotin ji bo vegera zarokên xwe ji çîyê divê herkesê berpirsiyar û aşitîxwaz çi dikeve para wan bike.

Buroya Çapamenî ya HAK-PARê

25 Heziran 2014


Print